Xalên Sereke
Mîrateya Dinka (DSC): Li başûrê Kurdistana cara yekemîn kargeheke mezin a çêkirina kûzan a ji destpêka Serdema Hesin hat vekolîn.
Rêbaza Zanyarî: Bi yekkrina analîzên kûzan û firneyan (arşeometrî, geoarkeolojî û palaeobotany), pîroteknolojiya kevnar hat ravekirin.
Asta sorkirinê: Derket holê ku kûzik di germahîyeke bilind de (900°C) û di mercên oksîjenî de hatine birijandin.
Rêxistina Bajarî: Encam nîşan didin ku kontrola navendî û pisporiya bilind di hilberîna kûzan de hebûye û ev jî parçeyeke ji plansaziya bajêr bûye.
Vekolîneke nû ya navneteweyî ku di kovara navdar Journal of Archaeological Science de hat belavkirin, teknolojîya kevnar û rêxistina civakî-aborî ya Serdema Hesin li a başûrê Kurdistana rinî dike. Tîmeke ji lêkolîneran, bi serkêşiya Silvia Amicone û Karen Radner, Kompleksa Niştecîhbûnê ya Dinka (DSC)a li Deşta Pişdarê vekolîn û mînakên pir baş a pîroteknolojiya kevnar derxistin holê
Sîstema hilberînê û teknolojiya firneyan
Di vê vekolînê de, tîmê tenê guh neda firaxên kûzikan, lê belê firneyên birijandinê û madeyên xam ên herêmê jî bi rêbazên arşeometrîk, jeoarkeolojîk û palaeobotanîkî lêkolîn kirin. Lêkolînan nîşan da ku firneyên li Gird-i Bazarê hatine dîtin di navbera salên 1200 û 800 B.Z. (Berîya Zayînê) aktîf bûn. Firneyên vê derê yên cureya “pêla berjor” (updraught kilns) bûn ku germahî ji odeya şewatê ya jêrîn derbasî odeya jorîn a firaxan dibû.
Bajarvanî û kontrola navendî
Lêkolînên kîmyewî û mîneralojîk (wek XRD, FTIR û SEM) nîşan dan ku firaxên herêmê piranî di bin germahîya 900°C de hatine pijandin û ji bo vê pel û pûşên li herêmê hatine bikaranîn Dar wekî sotemeniya sereke di firneyan de dihatiye şewitandin. Hevgirtina teknîkên birijandinê û belavbûna amûrên şikildanê nîşan didin ku li vê herêmê rêveberiyeke navendî an jî sîstemeke birêkûpêk a kargehan hebûye. Ev jî delîleke xurt e ku li Zagrosê di destpêka Serdema Hesin de jiyana bajarî û pisporiya pîşeyî ji ya ku dihat texmînkirin gelekî pêşketîtir bûye.



