SerupelNûçeLi Hindistanê “Kêzikên Himamê” daketin kolanan: Ji çerxa heyî hesab dipirsin

Li Hindistanê “Kêzikên Himamê” daketin kolanan: Ji çerxa heyî hesab dipirsin

Li welatê ku qeyrana bêkariyê heye, piştî derket holê ku di azmûna tipê de pirs hatine dizîn, bi serkêşiya “Partiya Gel A Kêzika Himamê” protesto dan destpêkirin. Protestokar ji rêveberiya Narendra Modî dixwazin hesab bide. Rageşiya li kolanên Hindistanê bilind e.

Li Hindistanê piştî derket holê ku pirsên azmûna tipê hatine dizîn, bi serkêşiya “Cockroach Janta Party (Partiya Gel A Kêzika Himamê)”protesto dan destpêkirin. Di demeke kurt de bi milyonan ciwanan piştevanî dan. Pêla protestoyê her diçe li nava welat belav dibe.

Li Hindistanê qeyrana bêkariyê heye. Zêdetirê ji %40’ê kesên di biniya 25 salî yên ji zanîngehan mezûn dibin bê kar dimînin. Tevî vê yekê, azmûna dawîn a ji bo ketina fakulteya tipê bû pîjika agir a ji bo vê mijarê.

Partiya Gel A Kêzika Himamê di demeke kurt de hêrsa li dij skandala azmûna ketina fakulteya tipê veguherand û vê pîjikê gur kir.

Pankarta jorê: “Ji bo ker karibin bibihîsin, divê deng gelekî bilind be.”

Tevgera Partiya Gel A Kêzikên Himakê çi daxwaz dike?

Partiya Gel A Kêzikên Himamê daxwaz dike ku pergala perwerdehiyê ji nû ve bê sazkirin, wezîrê perwerdehiyê îstifa bike, pirgirêkên bêkarî û newekheviya firsendê bên çareserkirin. Tevî van yekan, daxwaz dike ku aktivîst Sonam Wangchuk ê ku dest bi greva birçîbûnê kiribû serbest bê berdan û dewlet tazmînatê bide malbatên her xwendekarekî piştî azmûnê xwe kuştine.

Di 3’yê Gulanê de 2 milyon û 280 hezar xwendekar ji bo têkevin fakulteyên tipê ketibûn azmûnê. Bes azmûn bi hinceta ku pirs hatine dizîn hatibû betalkirin û azmûna betalkirî piştî bi hefteyan hat dubarekirin.

Li Hindistanê berebaziya di vê mijarê de gelekî mezin e. Tenê 130 hezar kontenjan hene û ji bo van kontenjanan nêzî 2 milyon û nîv xwendekar dikevin azmûnê. Lewma jî, ji bo qezenc bikin, malbat gelekî pereyan xerc dikin. Heta ku butçeya ji bo vê babetê tê xerckirin, hemû butçeya hikûmetê ya ji bo perwerdehiya zanîngehan vediqetîne derbas dike.

Dîmen temsîlî ye. Bi alîkariya aqilê çêkirî hatiye sazkirin.

Partiya Gel A Kêzika Himamê çawa derket holê?

Di meha Gulanê de Serokê Dadgeha Bilind A Hindistanê dema darizandinekê, ji bo ciwanên bê kar gotinên ne xweş bi kar anîbû. Wan wekî “parazît” û “kêzikên himamê” pênase kiribû.

Li ser van gotinan kesekî bi navê Abhijeet Dipke di medyaya civakî de bi gotina “Ya hemû kêzikên himamê werin cim hev?” bang kiribû ku bila van kesan xwe bikin yek.

Gotina Dipke ji aliyê milyonan ve hat pejirandin. Di demeke kurt de, zêdetirê 22 milyon şopînerên wî çê bûn.

Piştî vê yekê Dipke hikûmeta heyî ya Narendra Modî kir hedef. Li ser vê yekê, hikûmetê bi hinceta ku “ewlekariya netewî” xera dike, daxwaz kir ku hesabên Partiya Gel A Kêzikên Himamê bigire, bes bi ser neket.

Di halê heyî de, şopînerên Dipke şopînerên hikûmetê derbas kiriye.

Dipke dibêje wî vê partiya siyasî ji bo “Însanên ji aliyê pergala heyî hatine jibîrkirin” ava kiriye.