Şîrketa aqilê çêkirî ya Elon Musk a xAI’yê dibe sedema qirêjiya hewayê. Analîzeke Reutersê derxist holê ku herî zêde taxên reşikan ên nêzî tesîsê di bin bandora qirêjiyê de dimînin.
Di analîzê de tê gotin ku dema projeya daneyan a Colossus 2 ya li Tennesseeyê, gelek trîbunên gazê bêyî destûr hatine avakirin û qirêjiya ji van trîbunan der tê, li taxên taxên reşikan ên nêzî tesîsê dibe sedema qirêjiyê.
Hejmara van trîbunan wekî 59 trîbunên ku bi gaza xwezayî tên xebitandin tê ragihandin.
Qirêjiya ji tesîsê der tê li van taxan dibe sedema nexweşiya pişikê. Lewre radeya nexweşiya pişikê ya li van taxan gelekî bilind e.
Komeleya Netewî ya Pêşdeçûna Mirovên Bi Reng NAACP û Navenda Hiqûqê ya Dorhêlî ya Başûrî jî di nav de, komên mafên sivîl dibêjin bêyî destûrekê divê van trîbunan neyên xebitandin. Lewma jî, di meha Nîsanê de, ji bo faaliyetên xwe yên vê babetê bide sekinandin li dijî şîrketê doz vekirin.
Bes Şîrketa Elon Musk û tevî wê, Wezareta Edaletê ya Amerîkayê guh nade giliyên li ser vê babetê. Şîrketa Elon Musk îdia dike, ji bo xebitandina van trîbûnan tu pêdiviya wan bi destûrê re tuneye. Wezareta Edaletê jî ewlekariya Amerîkayê dike hincet, dibêje vê şîrketê, operasyona Îranê jî di nav de, piştevaniya operasyonên leşkerî yên leşkerên Amerîkayê dike.
xAI girêdayî şîrketa SpaceX a Elon Musk e. Robota sohbetê ya Grokê û hin pergalên aqilê çêkirî girêdayî vê şîrketê ne.
* Mijara aqilê çêkirî her çiqasî pirê caran bi berhemdarî û veguherîna dijîtal ve tê girêdan jî, li paş vê veguherînê binesaziye mezin a fizîkî, mêtîngeriya kedê û felaketa dorhêlê heye. Navendên daneyan ên pergalên aqilê çêkirî dixebitînin, her diçe, zêdetirê pêdiviya wan bi enerjiyê, avê û axê re çê dibe.
Ji ber sedema vê pêdiviyê, santralên enerjiyê yên nû tên damezrandin û di van santralan de sotemeniyên fosîl tên şewitandin.
Ji bo vê yekê karibe bi hêsanî pêk were, qanûnên ku dorhêlê diparêzin di lehê van şîrketan de tên binpêkirin. Gireşîrketên teknolojiyê tevî ku bi milyaran dolaran qezenc dikin, vê pêvajoyê dibe sedema rûxandina dorhêlê û berdêla maliyeta enerjiyê jî ji pişta gelên kedkar tê derxistin.


