Kontrolên sînorê di navbera Îspanya û Cebelîtariqê de bi fermî hatin rakirin û bi vê yekê re qonaxeke nû di têkiliyên herêmê de dest pê kir. Ev gava giring ji alîyê Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpayê ve, bi beşdariya hikumetên Îspanya û Cebelîtariqê hat avêtin. Her du alî li Brukselê li ser mijarê peymanekê îmze kirin.
Îro danê sibehê, bi sedan kes bê kontrolên gumrugê di sînorên Îspanya Cebelîtariqê re derbas bûn. Wekî beşek ji peymanê, niştecîhên Cebelîtariqê dikarin bi karta niştecihbûnê derbasî Îspanyayê bibin û herwiha, welatiyên Îspanyayê jî dikarin bi karta nasnameya neteweyî derbasê Cebelîtariqê bibin.
Ev guhertin bi taybetî wê jîyana zêdetirî 15 hezar karkerên rojane ku ji Îspanyayê ji bo kar diçin Cebelîtariqê hêsantir bike. Di salên borî de, kontrolên sînor gelek caran dibûn sedema rêzên dirêj û derengmayînên bi saetan. Bi taybetî, dema ku nîqaşên siyasî di navbera London û Madrîdê de zêde dibûn kontrolên sînor dihatin girankirin.

Serokwezîrê Cebelîtariqê Fabian Picardo vê bûyerê wekî “destpêka demeke nû” binav kir û got ku bi vê gavê “Ewrûpa vegerîya.” Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve yê Îpanyayê Jose Manuel Albares jî got ku peyman “demeke nû” ji bo herêmê vedike û wê derfetên aborî û civakî yên mezin biafirîne.
Li gorî peymanê, tê payîn ku tevgera mirovan û kelûpelan li ser sînor hêsantir bibe. Di heman demê de, ji bo kesên ku bi balafirê digihîjin Balafirgeha Cebelîtariqê, kontrolên belgeyan wê ji aliyê polîsên Cebelîtariqê û Îspanyayê ve bêne kirin.
Paşxaneya dîrokî
Cebelîtariq li başûrê Nîvgirava Îberyayê, li ser devê Tengava Cebelîtariqê cih digire û ji aliyê stratejîk ve yek ji cîyê herî giring ê cîhanê tê hesibandin. Ev herêm di sala 1704-an de ji aliyê hêzên îngilîz û holandî ve hate girtin. Bi dûv vê re, di sala 1713an de, bi Peymana Utrechtê, Îspanya desthilatdariya Cebelîtariqê bi fermî da Brîtanyayê. Tevî vê yekê, Madrîd heta îro jî daxwaza xwe ya serweriyê li ser herêmê didomîne. Ji ber ku Cebelîtariq deriyê navbera Deryaya Navîn (Deryaya Spî) û Okyanûsa Atlantîkê kontrol dike, di mijarên bazirganî, rêyên deryayî û ewlehiya leşkerî xwedî cîyekî giring e.
Statuya polîtîk a Cebelîtariqê

Cebelîtariq herêmeke biçûk e ku li başûrê Nîvgirava Îberyayê, li beravên Deryaya Navîn û li deriyê Tengava Cebelîtariqê cih digire. Rûberê wê nêzî 6,8 kilometre çargoşe ye û nifûsa wê derdora 40 hezar kesî ye.
Cebelîtariq di bin banê dewleta brîtanî de xwedî statuya otonomîyeke berfireh e. Li gorî destûra bingehîn a niha, parlamentoya wê ku ji 17 endamên hilbijartî pêk tê, karûbarên navxweyî birêve dibe û hikumeta herêmî ava dike. Kralê Brîtanyayê Charles III wekî serokê deverê jî tê naskirin û Waliyê Cebelîtariqê nûnertiya wî li herêmê dike. Mijarên bingehîn wekî parastin, siyaseta derve û ewlehîya navxweyî di destê hikumeta Brîtanyayê de dimînin.
Di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin



