Nameyên fermî ne bes in, vê carê nameyên sexte yên dersînorkirinê ji penaberên li Swîsreyê re tên şandin. Di van nameyan de ji penaber û koçberan re tê gotin, mafên wan ên rûniştinê hatine betalkirin û divê ew ji welêt derkevin. Name li ser navê Sekreteriya Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM) ve tê şandin.
Sekreteriya Koçberiyê ya Swîsreyê ku sazîyeke federal e, ragihand ku belgeyên ku behsa wan tê kirin bi tevahî sexte ne. Hat destnîşankirin ku hewldanên sextekariyê yên bi vî rengî berê jî hatine tespîtkirin û di çar salên borî de zêdetirî 1500 bûyerên bi vî rengî hatine tomar kirin.
Rayedaran diyar kirin ku belgeyên sexte hatine amadekirin di nêrîna pêşîn de eynî wekî nameyên fermî xuya dikin. Lê piştî vekolînek biçûk tê famkirin ku di nava wan de hejmarên referansê yên xelet hene. Hin name jî ewqas bi pisporî hatine amadekirin ku li ser wan kodên QR hene. Tê texmînkirin ku ev rêbaz ji bo zêdekirina zextan li ser penaber û koçberan ê çêkirina panîkê ya di nava wan de tê bikar anîn.
Sekreteriya Federal a Swîsreyê ya ji bo Koçberiyê tekez kir ku divê welatî tenê bi rêya kanalên ragihandinê yên fermî bersiva peyamên weha nedin, kodên QR neşopînin, an rastbûna belgeyan kontrol bikin.
Ji % 26ê nifûsê bîyanî ne
Swîsre yek ji welatên Ewrûpayê ye ku herî zêde serî li mafên penaberîyê tê dayîn. Hejmara penaxwazan salane digihîje derdora 20,000î. Niha rêjeya bîyanîyan a di nava nifûsa welêt de ji % 26an derbas kirîye. Zêdebûna rêjeya penaber û koçberan di nava civakê de rastî reaksîyona rastgir û mihefazakaran tê. Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ku nerazîbûnan vedugerînê destkeftîyan, di hilbijartina sala 2023an de ji % 29ê dengan girtibû bû partîya yekemîn a di Parlamentoya Federal de.
Fatoş Demirtaş



