SerupelPolîtîkaBobby Sands di 1981an de jiyana xwe ji dest da

Bobby Sands di 1981an de jiyana xwe ji dest da

Endamê IRAyê Bobby Sands tevlî 9 hevalên xwe di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da. Bi dûv grevê re, li bakurê Îrlandayê qonaxeka din a şerekî navxweyî dest pê kir. IRA tevî li herêmê, êrişên xwe yên li nava Brîtanyayê derxist asta herî bilind.

5ê gulana 1981an di dîroka têkoşîna bakurê Îrlandayê de rojeke dîrokî ye.

Bobby Sands endamê IRAyê (Artêşa Komarger a Îrlandayê) bû, di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da.

Tevlî Sands, di vê grevê de 9 mîlîtanên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Bobby Sands berîya bê girtin, di hilbijartinên Îrlandayê de bû wekîlê Parlamentoya Brîtanyayê.

Loma vê bûyerê li Îrlanda û li cîhanê deng veda û doza ji bo têkoşîna katolîkan bû sebeba sempatîyeke mezin.

Bi dûv greva birçûbênê re li bakurê Îrlandayê şerê navxweyî gur bû.

IRA hem li bakurê Îrlandayê hem jî li li nava Brîtanyayê êrişên xwe derxist asta herî bilind.

Yek ji van êrişan di 1984an de li hemberê serokwezîra Brîtanyayê Margaret Thatcher pêk hat.

Di vê êrişê de 3 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn.

Pisporên vê meseleyê dîyar dikin, piştî êrişan, Brîtanya biryara çareserkirina alozîya bakurê Îrlandayê daye.

Ev jî derî li hevdîtinên aştîyê re vekir û bi Peymana Belfastê  ya 1998an dawî li alozîyê hat anîn.