SerupelÇanddem dirize li ber evînê

dem dirize li ber evînê

li wê havîna ku di salnameyan de navê wê tune, wênedankek xatirayan kom dikir di dil de. li ser masê du fincan ji qehweya bi şîr, germ e. heyranokek nas, weke destmalek ba ke, ba dikir ji guhê min re, xweş e. gupgupa dil e

ji axê mala me çê bû -li ser wê erdê vala ku her derê wê tarî bû. bi peyva „bûn“ê ava bû roj. ji rojê şev çê bû, ji şevê çûyin. ji çûyinan dirêj bû robar. ji robaran veqetiya rê, qûbe bû dil ji ezman re. bê reng bû, lê erd jê bawer bû -loma jî nav li xwe kirin derya, di bin tehtan de giyayê ku mirin li ber nikarîbû bimaya li ser pîyan. li ser serê me bû, roj, heyv û stêrk. stêrk bû nîşan, masî û çivîk di bin ala wê de bi aramî jiyan.

bêriya ku însan çê be, ava bû evîn.

li wê havîna ku di salnameyan de navê wê tune, wênedankek xatirayan kom dikir di dil de. li ser masê du fincan ji qehweya bi şîr, germ e. heyranokek nas, weke destmalek ba ke, ba dikir ji guhê min re, xweş e. gupgupa dil e. di hemû şaneyan de dibişkive, gul e. li ber laflafokên sibê, bi germahiya destan hêdîka vedikir devê defterê û digo; „bila canê te ji min re sax be!“ sax bû şênahiya mêrgan, pêşmalên batînokan, av û avzêmîkên di bin tehtên dilan de. peyvek, ji dengek. çiqas xweşik dikir hemû kêlîkan. weke hemû sindoqên bi mifte vebûbe, vedibû gulsor li ser dêman. dem bû, yê çîrokê kesax dikir. kesax dikir zeman ji ziman. bêriya ku bibêje ka çi dimîne ji te, bi dengekek zelal min go, evîn dîmine her di wê cihê xwe yê berê de.

bi carê bahora biharê qulîpî payizê. ezmanê şîn veguherî û bû şevê tarî. weke ku tovên êşê çandibe bîranîn, radikir debrê -ji gotinên xezebê. wiha dil li dilan didaliqand. didaliqand salan li ser têlên roj û mehan. loma nemam ji salan re, ji meh û rojan re. ocaxa min ew roj kor bû -ne ji terefê dil dabû! ma dil layiqê çi bû?

çi bû hesret, ku her dem xwe bi xwîna xwe dişûşt. dişûşt zeman, mirovan ji peyvên wan. ew peyvên ku dibû tîr di nava birînan de. wiha bi şaxê dargulek ji zeman, ji wê paceya bîranînan min berê xwe da rê.

qelebalix e

û biyan!

guhdar dikim, ji dengê dûr e.…bi taswas im, ji rê ji wê rêya dûr. di vê çûnê de dibêjim kî wê cilên keskesorî li reşgirêdana min ke.

reşgirêdan e şîn, bi giriyek hemû duayan betal dikir. betal dikir niviştan, nalên li deriyan, libên geniman. bê parêzvan diman derî. nefesa ku min bo can xwedî dikir, diçikiya ji pûxteya binyadan.

loma bêxatir e ev oxir. xêr ji çûnê re naxwaze û bendewarî ji vegerê re. bi kelogirî dema ji derî derketim ji min re go, ”jibîrkirin ji nû ve nivîsandin e ”. wiha bi tevî valahiyan min rahişt êşê -yên ku gulên sor vekiribû li ber devê birînan û derketim ser rê.

ew rêyên ku ji dila diçû dila, ji malan diçû çiya û zozanan, bi tevî cilên xeman ji wan wêneyên reş û spî -te ji min re nedianî. nedianî ew rojên berê, ji wê navbendê ku şev dibû nav, nav dibû raz di hemû çîrokên negotî de. loma paxila yaran, ji zêmaran parçe parçe dibû ji hemû çûyinan. çûyîn kêmkirina emir bû. wiha diçûm li tunebûnan û wiha pir û kûr dibûm ji xeman…

digotin, kakilê însan ji evînê diderize, ev xurbet ji rê. rê weke robarek herikî di xatirayan de -di çarçoveyeke kevn de ya ku li ser masê mabû ji du fîncanên qehwê yên ji kuştî û miriyan.

di salnameyê de hîn havîn e, ji dûrî xuya dike erdeke zer e. darberûyek jî li ber e bi tevî cilên sosin û beybûnan. di wê pacê de -ya ku çarçoveya wê ji hesretê kevne bûye. kevne bûye girî, destmalên nû jê re nabe hevalbend -ji tu kilamên dilî. ax çawa bi qezebşewat e lorîk, ji dengê dilê min e ev morîk. her şev yekî di guh de bi dil dikim xew. xew ew cihê ku ji devla çiyan însanan digihand hev.

digihaştim wî bajarê ku ji şaneşîna wî stêrk dibûn roj, roj noq dibû nava kederan. keder diqulipî dibû bend girê dida qederan.

yên ne qeder be keder e!

diherikî zeman, ji destpêkan, ji çîrokan, ji mal û malokan. di malokan de beriya ku bitefe çira, tefiyabû gula zengilokê ji devdevê sibehan. tasokên zengar girtî, perdeyên ku ji pîrîkan re bûye erdeke spî – spî nedikir êşê ji vê tenetiyê. her ku kes negota jî, dil digot,

tenetî bû hebûn -di nav hemû qelebalixan de, hew ew bû, xwe bi xwe. ka bêje, navoka te ya ku bê destûra te hate birîn li ku bû?

————————-

Kî ye Yildiz Çakar?

Nivîskar Yildiz Çakar li Amedê hatîye dinyê. Roman, çîrok, helbest û berhemên wê yên şanoyê hatine weşandin. Helbest û çîrokên wê bi tirkî, erebî, almanî û îngîlîzî hatine wergerandin.