Komara Afrîkaya Başûr ji bo salvegera “Roja Azadiyê” pîrozbahî li dar xistin. Serokomar Cyril Ramaphosa bi boneya destpêka pîrozbahiyan li ser destkeftiyên demokratîk ên komarê axivî, bursên xwendekaran, reformên tendurustiyê û belavkirina axê wekî nîşaneyên pêşketinê pênase kir.
Ramaphosa pê re jî girîngiya azadiya gelê xwe û zehmetiya destxistinê derxist pêş, got: “Divê em qîmeta azadiya xwe zanibin. Azadiya îrojê em bûne xwedî bi destê xwe nedane me. Azadî bi têkoşîna gel hat qezenckirin û bi destê Qanûna Bingehîn heta hetê ket bin ewlehiyê.”
Ramaphosa got: “Ji destpêka demokrasiya me û vir ve, ji bo herkes karibe xwe bigihîne xizmeta bi qalîte a tendurustiyê, welatê me dixebite. Tevî vê yekê bi rêya Bernameya Xurekan a Dibistanan, xwarinê tê dayîn zêdetirê 9 milyon xwendekaran û bi Bernameya Alîkariya Darayî ya Xwendekaran jî piştevaniya xwendekarên malbatên xizan tê kirin.”
Ramaphosa destnîşan kir ku di reforma belavkirina axê de jî pêş dikevin. Herweha, kesên bi reforma sala 1913’yan ji axa xwe mehrûm mane, axa wan dîsa li wan vedigerînin.
Ramaphosa li ser dijberiya koçberan jî hişyarî da, ji gel daxwaz kir ku bila piştevaniya ji bo têkoşîna li dij rejîma Apartheidê hatiye dayîn ji bîr nekin û dijminatiya biyaniyan nekin. Lewma jî got: “Kesan rehma xwe li me kirin, piştevanî dan me. Tenê ji bo xatirê vê yekê divê em nefretê di nava dilê xwe de nehewînin.”
Li Afrîkaya Başûr, sala 1994’an dawî li rejîma nîjadperest a Apartheidê hatibû anîn. Wê salê di 27’ê Nîsanê de, bi beşdariya hemû nîjadan hilbijartin hatibû lidarxistin û Nelson Mandela wekî serokê dewletê hatibû hilbijartin. Ji wê cergê ve ye, her sal 27’ê Nîsanê wekî Roja Azadiyê tê pîrozkirin.

