SerupelCivakLeuven xelata wekhevî û cihêrengîyê girt

Leuven xelata wekhevî û cihêrengîyê girt

Bajarê Belçîkayê Leuven xelata zîv a polîtîkayên dij-cûdaxwazîyê û bihevrejîyanê girt. Leuven bajarekî li herêma Flander a Belçîkayê ye ku nifûsa wê 105,000 e.

Leuven ku bajarekî Belçîkayê ye Xelata Paytextên Ewrûpayê yên Bihevrejîyanê û Cihêrengîyê wergirt.

Xelata navborî ji alîyê Komîsyona Ewrûpayê ve tê dayîn û armanca xelatê teşwîqkirina wekhevî û dij-cûdaxwazîyê ye.

Xelat berîya Meha Cihêrengîyê ya Yekitîya Ewrûpayê hat pêşkêşkirin.

Pîvanên ji bo girtina xelatê polîtîkayên zayendî, etnîkî, dînî, astengdarî, temen û mafên LGBTIQ+ e.

Bajarê Leuvenê îsal bi “Leuvena bêyî nîjadperestîyê” û plana 10 xalî ya têkoşîna li hemberî cûdaxwazîyê vê xelatê girt.

Xelata Paytextên Ewrûpayê yên Bihevrebûnê Cihêrengîyê/Foto: TheBulletin

Bajarê Leuvenê

Leuven bajarekî li herêma Flander a Belçîkayê ye û bi zimanê holendî diaxive. Bajar 25 km li rojhilatê Brukselê ye û nifûsa wê 105,000 e. Bajar bi zanîngeha xwe ya bi navê KU Leuven tê naskirin ku di sala l425an de hatîye damezrandin. Li derdora 50,000 xwendekarên vê zanîngehê yek ji sebeba dînamîzma civakî ya vî bajarî ye.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.