Lufthansayê ragihand, ew ê 20,000 seferên xwe yên ji bo vê havînê betal bike.
Şîrketa alman zêbebûna buhayên petrolê ji bo vê biryara xwe hincet nîşan da.
Rêwîyên ku vê biryarê bandorê li wan dike wê bikaribin pereyên bilêtên xwe paş ve bigirin an jî wê bikaribin şîrketên hewayî yên wekî Brussels Airlines û ITA Airwaysê bi kar bînin.
Lufthansa tevî vê wê xizmetên xwe yên li çend bajarên Ewrûpayê kêm bike.
Berî niha, Air France-KLM û Delta Air Linesê seferên xwe kêm kiribûn û buhayê bilêtan zêde kiribûn.
Li alîyekî din, Ajansa Enerjîyê ya Cîhanê jî hişyarî da ku wê Ewrûpa nikaribe petrola sotemenîya ji bo jetan têrî xwe peyde bike.
Eger vê rewşê berdewam bike, wê li her alîyê Ewrûpayê hem sefer kêm bibin hem jî buhayê rêwîtîyê zêde bibe.


