Balafirgeha Berlînê ji ber greva giştî sibe derîyên xwe bi tevahî digire. Rêveberîyê ragihand, Balafirgeha Berlîn Brandenburgê (BER) hemû seferên hewayî yên roja çarşemê betal kirin.
Rayedaran ragihandin ku ji ber grevê nêzîkî 445 seferên hewayî hatine betalkirin û ev jî bandorê li zêdetirî 57,000 rêwiyan kirîye. Hate diyarkirin şîrketên hewayî li ser seferên alternatîf dixebitin.
Li gorî agahiyan, biryara grevê ji ber daxwazên karmendên balafirgehê yên derbarê şert û mercên kar û meaş de hatiye dayîn. Rêveberîya sendîkaya Verdi hikumetê hişyar kir ku ew ê çalakîyên bi vî rengî bidomîne.
Di vê navberê de, rêveberiya balafirgehê ji rêwiyan xwest ku berî ku biçin balafirgehê rewşa firîna xwe kontrol bikin û bi şîrketên xwe yên hewayî re têkilî daynin.
Balafirgeha Berlîn Brandenbûrgê
Balafirgeha Berlîn Brandenburgê ku di sala 2020an de hatiye avakirin, 18 km li başûrêrojhilatê Berlînê ye. Balafirgeh di li Almanyayê ji alîyê kapasîteyê ve balafirgeha sêyemîn mezin e. Hatîye plankirin ku salane balagirgeh ji 34 milyon rêwîyan re xizmetê bike. Li gorî planên hikumeta federal divê balafirgeh di 2011an de bihatana vekirin. Loma jî derengketina temamkirina projeyê û mesrefên wê yên giran li welêt rastî rexneyên giran hatibûn.
Cengîz Demirtaş


