Rejîma dîktatorê berê yê Iraqê Seddam Hisên di 16’yê Adara 1988’an de, bi armanca ku hemû Kurdên Helebçeyê ji holê rake, bi gazên kîmyayî êrîş bir ser Helepçeyê û deverên derdora wê, li ber çavên hemû cîhanê, komkujiyeke herî zalimane a seranserê dîrokê pêk anî.
Di vê qetlîama ku 38 sal berê pêk hat de, zêdetirê 5 hezar Kurd hatin qetilkirin, zêdetirê 10 hezar kes jî birîndar bûn. Bandora qetlîamê salên dirêj hîna jî dewam dike. Heta niha bi deh hezaran kesên bandor li wan bûne, jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî seqet mane.
Vî sûcê li dijî însanetiyê pêk hat, wekî Qetliama Helebçeyê ket dîrokê.
38’emîn salvegera Qetlîama Helebçeyê li gelek deveran hat bîranin, lîderên partî û tevgerên Kurdan peyamên bîranînê belav kirin.
Serokê Partiya Demokratîk A Kurdistanê û serokê berê yê başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser medyaya civakî peymek belav kir:
“Bi êrîşa kîmyayî ya li Helebçeyê, neheqiyeke gelekî mezin li gelê Kurd hat kirin. Li tu deverê cîhanê, ji xeynî Iraqî, dewletek tuneye ku bi sîlehên kîmyayî komkujî li gelê xwe kiriye. Her çiqasî êrîşa kîmyayî ya li Helebçeyê hatiye kirin, bêedaleteiyeke mezin û sûcekî kirêt ê li dijî gelê Kurdistanê haiye kirin e jî, li Iraqê îroj jî rewş nehatiye guhertin.”
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew şehîdên Helebçeyê bi rûmet û şeref bi bîr tîne, di peyama xwe de got:
“Vê felaketa ku rejîma Iraqê di 16’yê Adara 1988’an de li dijî gelê Kurdistanê pêk aniye, di bîra neteweya me de hertim wê wekî birîneke vekirî bimîne.”
Hevseroka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatimogulları, li ser medyaya civakî got:
“Dengê qêrînên bi hezaran Kurdên di 16’yê Adara 1988’an de bi gazên kîmyayî hatine qetilkirin hîna jî di guhê me de ye û hîna jî xwîn ji birîna kûr a dilê me ya bi Qetlîama Heleçeyê vebûye, tê. Bîranîna zarok, jin û sivîlên bi gazên jahrî hatine qetilkirin; bi înkarê, bêdengî û bêcezetiyê nikare bê nixumandin. Qetlîama Helebçê ya ku yek ji qetlîamên herî mezin ên mirovatiyê ye, divê bi awayê eşkere ji aliyê civaka navneteweyî ve wekî qirkirinê bê nasîn; divê vî sûcê mezin ê însanetiyê bê qebûlkirin û edalet bê pêkanîn. Careke din ez wendahiyên me yên li Helebçeyê bi bîr tînim.”
Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tûncer Bakirhan jî di peyama xwe de got:
“Di 38emîn salvegera wê de em Komkujiya Helebceyê nalet û şermezar dikin û hemû cangoriyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Komkujiya Helebceyê yek ji komkujiyên herî mezin a mirovahiyê ye. Êş û azara Helebceyê di dilê hemû Kurdan de zindî ye û birîna Helebceyê hîn jî jan dide. Divê ev komkujî ji aliyê hemû welatan ve weke komkujî bê naskirin.”

Li Iraqê Tevgera Enfalê ya rejîma Baasê ya li dijî Kurdan
Li Iraqê salên desthilatdariya Seddam Hisên, rejîma Baasê ya Iraqê li dijî Kurdan polîtîkayên asîmilasyon û qirkirinê pêk anî. Bi van polîtîkayên ku armanc dikirin Kurdan ji nav axa wan bavêje, rejîma Baasê di navbera salên 1987 û 1989’an tevgera ku jê re digotin Enfal daye meşandin. Elî Hesen el Mecidê pismamê Seddam Hisên ê ku wekî Eliyê Kîmyevî nav dabû, bi wezîfeya ku Iraqê ji Kurdan paqij bike hatibû wezîfedarkirin. Di encama polîtîkayên paqijkirinê, di navbera salên 1983 û 1991’ê rejîma Seddam Hisên de, zêdetirê dused hezar Kurd hatin qetilkirin. Di çarçoveya tevgera Enfalê de, li dijî Kurdan sîlehên kîmyewî hatin bikaranîn, komkujî û bombebaran li wan hat kirin. Di vê çarçoveyê de 4.500 gund hatin valakirin û zêdetirê milyonek Kurd ji ciyûwarên xwe hatin kirin û bûn koçber. Dema tevgera Enfalê, bi hezaran dibistan, mizgeft, nexweşxane û dêr jî ji holê hatin rakirin.

