SerupelNûçeLi Tirkiyê êrîşa sêyemîn a fuzeyan pêk hat

Li Tirkiyê êrîşa sêyemîn a fuzeyan pêk hat

Li bajarê Adana û navçeyên derdora wê dengê sîrenan hat bihîstin. Sîrenên bo demeke dirêj lê dan tirsa li nava welatiyan zêde kir. Îddia hene ku fuzeyeke Îranê ya hedefa wê baregeha Încîrlîkê ya Amerîkayê bûye, li hewayê hatiye bêtesîrkirin.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê metirsiyên ku Tirkiye jî wê têkeva nav şer mezin dike. Berê sibehê li bajarê Adana yê Tirkiyê dengê sîrenan hat bihîştin. Sîrenan bo demeke dirêj li seranserê bajêr û navçeyên derdora lê dan.

Sedema lêdana sîrenan bi awayê fermî nehat diyarkirin. Her çiqasî tê gotin ku test kirine bê pergalên alarmê bi awayê aktîf dixebite ya na jî, rewşa heyî tirs li ser welatiyan çê kir.

Îddia hene ku fuzeyeke Îranê ya hedefa wê baregeha Încîrlîkê ya Amerîkayê bûye, li hewayê hatiye bêtesîrkirin. Baregeha Încîrlikê bi qasî 10 kîlometroyan nêzî bajarê Adanayê ye. Çapemeniya herêmê ragihand ku li vê baregehê alarma sor hatiye dayîn.

Ji destpêka şerê li ser Îranê û vir ve, fuze du carên din berê jî ber bi Tirkiyê ve hatin avêtin. Van fuzeyan beriya bigihîjin hedefên xwe, ji aliyê pergalên parastinê yên NATO’yê ve hatin bêtesîrkirin.

Li pêyî dengê sîrenan dîmenên tiştekî birqonek li ezmana bi pêş ve diçe hatin parvekirin. Vê yekê jî bû sedema îdiayan ku êrîşa fuzeyê pêk hatiye.

Serê hefteyê NATO’yê diyar kiribû ku wan fuzeya duyemîn a Îranê li hewayê bêtesîrkirine. Li ser vê yekê Anqereyê hişyarî dabû Tehranê ku bila gavên provokatîf neavêjin. Piştî êrîşa duyemîn bi demeke kurt Washingtonê balyozxaneya xwe ya li Adanayê da girtin û Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir ku ji rojhilatê başûrê Tirkiyê derkevin.

Îranê her çiqasî li pêyî êrîşên li ser xwe, baregehên Amerîkayê yên li welatên cîran kiriye hedef û êrîşên fuzeyî û dronan li van baregehan pêk tîne jî, heta niha bi awayê rasterast êrîş li baregeha li Tirkiyê nekiriye. Tevî ku 3 caran fuze hatiye avêtin jî, Îranê van êrîşan li xwe qebûl nekiriye.

Hêzên Amerîkayê ji bilî Încîrlikê, li herêma Kurecikê ya li navçeya Arganê ya Malatyayê jî hatine bicîkirin. Tirs heye ku Îran him Încîrlikê û him jî Kurecikê bike hedef. Lewma jî di nava hefteyê de, ji bo parastina hêzên li Kurecikê, pergala parastina fuzeyê ya Patriotê hat bicîkirin.