SerupelNûçeDi hilbijartina Baden-Württembergê de Keskan CDU’yê têk birin

Di hilbijartina Baden-Württembergê de Keskan CDU’yê têk birin

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina Baden-Württembergê, Keskan bi ferqeke biçûk CDU’yê têk bir, herweha işareteke muhîm da serokwezîr Friedrich Merz. Tevî ku namzetê Keskan Cem Ozdemîrê bi eslê xwe Tirk e wê bibe yekem serokê eyaletê, AfD’ê jî piştevaniya xwe xurt kiriye.

Encamên nefermî yên hilbijartina eyaleta Baden-Württembergê nîşan didin ku Keskên Alman bi ferqeke biçûk  partiya muhefezekar a Serokwezîr Friedrich Merz a Yekîtiya Demokratîk A Xrîstiyan A Almanyayê (CDU) têk birine, lewma jî vê hilbijartinê ji bo hikûmeta federal wekî azmûneke siyasî ya divên ji nêz ve bişopînin tê nirxandin.

Li gorî texmînên weşangerên raya giştî, Tifaqa 90/Keskan ji %31’ê dengan wergirtiye û ketiye pêşiya CDU’ya ji %30’ê dengan wergirtiye. Alternatîfa ji bo Almanyayê AfD ya rastgira tund jî bi rêjeya ji %18 bûye partiya sêyem, li gorî hilbijartina 2021’ê rêjeya dengên xwe hema hema derxistiye du qatan.

Partiya Demokratîk A Sosyal A Almanyayê (SPD) ket rêjeya ji %5.5’an, Partiya Demokratîk A Azad (FDP) û Çep (Die Linke) ji ber sedema rêjeya ji %5 derbas nakin, xuya ye ku wê nikaribin têkevin parlemana eyaletê.

Cem Özdemir: Wekî Almanekî kesk ê bi eslê xwe Tirk e derdikeve pêş

Cem Ozdemir./Foto: Raimond Spekking, CC BY-SA 4.0

Namzetê Keskan ê navdar Cem Ozdemir amade ye ku li Almanyayê bibe yekem serokê eyaletê yê bi eslê xwe Tirk e. Di sala 1965’an li eyaleta li rojhilatê başûr Baden-Württembergê hatiye dinyayê, lawê “karkerê mêvan” koçberê Tirk ê dema berzebûna aboriya piştî şer çûye Almanyayê ye.

Ozdemirê ku ji demeke dirêj ve ye di nava siyaseta Alman de cî digire, di sala 1994’an de bû yekem endamê Meclîsa Federal A Almanyayê yê bi eslê xwe Tirk e û paşê piştî di Parlemana Ewrûpayê de kar kir, di navbera salên 2021-2025’an de, di hikûmeta koalîsyonê ya Olaf Scholz de wekî Wezîrê Çandiniyê cî girt.

Di seranserê kariyera xwe ya siyasî de, Ozdemir di mijarên reformên demokratîk û mafên kêmaran ên li Tirkiyê jî dengê xwe bilind kiriye. Ji bo azadiyên siyasî berfireh bike gelek caran bang li Tirkiyê kiriye û mafên wan ên çandî û siyasî bê naskirin jî di nav de, ji bo karibin di warê siyasî de bibin xwedî maf û tevkariya demokratîk pêk bînin, bi awayê eşkere piştevanî daye Kurdên li welat.

Îngilîziya nûçeyê ji vê lînkê vekin