Şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê bi êrîşên li beramber dewam dike. Di pêşdeçûna şer de, Meclîsa Rêberan A Îranê wekî dewama lîderê kuştî Ayetula Elî Xamanî, lawê wî Mujteba Xamanî wekî serokê nû yê Îranê hilbijart.
Wezareta Karên Derve, saziyên fermî yên Îranê, parlementer û gelek siyasetmedaran daxuyaniyên ji bo piştevaniya lîderê nû dan.
Konseya parastinê bi daxuyaniyekê got: “Heta xwîn di canê me de hebe, emê di bin emrê qumandarê xwe de bin.”
Oldarê payebilind Ayetula Sadiq Amolî-Larîjanî hilbijartina Mujteba Xamanî wekî “aşkirina jana derûnî ya gel û dewamkirina rêya ronak a Ayetula Elî Xamanî” pênase kir.
Hilbijartina Mujteba Xamanî wekî dewamkirina rejîma heyî û dijderketina Amerîkayê tê qebûlkirin. Lewma jî, piştî hilbijartina lîderê nû, Îranê li pêyî hev, li dijî Îsraîlê êrîşên nû pêk anî.
Amerîka û Îsraîlê berê diyar kiribûn ku kî li şûna Ayetula Elî Xamanî bê hilbijartin, wê wî jî bikujin. Serokê Amerîkayê Donald Trump hilbijartina Mujteba Xamanî qebûl nake, dibêje lazim e ji wî jî bê pirsîn bê kî dikare wekî serokê Îranê bê hilbijartin.

