SerupelNûçeBawerî şikest gelo? – Lîderên dêra Xrîstiyan li pêyî êrîşên Îranê ji...

Bawerî şikest gelo? – Lîderên dêra Xrîstiyan li pêyî êrîşên Îranê ji Trump re due kirin

Girseyek lîderên dêra Xrîstiyan li dora serokê Amerîkayê Donald Trump civiyan, ji bo wî û Artêşa Amerîkayê daxwaza hêzê kirin. Dîmenên hatin belavkirin pirsa ku gelo “bawerî şikestiye” anî rojevê.

Lîderên hin dêrên Xrîstiyan li pêyî êrîşa Îranê ji bo serokê Amerîkayê Donald Trump ayina hêzê li dar xistin.

Di dîmenên hatin belavkirin de dixuye ku van kesan bi çavên girtî li dora Donald Trump civiyane, destên xwe danîne ser wî û ji bo wî û hêzên Amerîkayê due dikin. Dema due tê xwendin Donald Trump li ser qoltixa postê xwe rûniştiye.

Dîmenên ayinê ji aliyê Cîgirê Midûriyeta Qelema Taybet Dan Scavino ve bi sernavê “Xwedê Amerîkayê biparêze” hat belavkirin.

Di vîdeoyê de weha due tê kirin: “Ji bo hemû leşker û wezîfedarên jin û mêrên ku di hêzên me yên çekdar de cî digirin em rehm û parastina te dixwazin. Yabo, em ji te re due dikin, ji bo karibe neteweya me ya mezin bi rê ve bibe hêzê bide serokê me.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê êrîşên hevpar li dij Îranê pêk anîn, rageşiya li Rojhilata Navîn mezin bû. Donald Trump dibêje “emê sanayiya Îranê ya fuzeyan ji holê rakin.”

Şerê li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, bi êrîşên li beramber dewam dike. Îhtimala ku şer wê berfireh bibe roj bi roj mezin dibe.