Şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê bi êrîşên li beramber dewam dike. Şerê li Rojhilata Navîn 5 roj li pêyî xwe hişt, li seranserê herêmê, îhtimala şer her diçe mezintir dibe.
Artêşa Îsraîlê diyar kir, wan li paytext Tehranê ya Îranê Avahiyên Serokomariyê, Konseya Ewlekariyê û Meclîsa Rêberan hedef girtine. Li beramber, Îranê jî diyar kir ku wan bi fuze û dronan êrîş birine ser paytext Tel Avîvê ya Îsraîlê.
Li gorî Wezareta Tendurustiyê ya Îranê ragihand, ji destpêka şer û vir ve, di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, 1.045 kes hatine kuştin.
Pentagona Amerîkayê diyar kir, di rojên pêş de, êrîşên hîn mezintir wê li Îranê pêk bînin.
Him Amerîka û him jî Îsraîl diyar dikin ku kî li şûna Ayetula Elî Xamanî kî bê hilbijartin, wê wî kesî jî bikujin.
Di vê navberê de, her çiqasî bi awayê fermî nehat ragihandin jî, çapemeniya Amerîkayê îddia dike ku Mujteba Xamanî, kurê lîderê kuştî Ayetula Elî Xamanî wekî lîderê olî yê nû yê Îranê hatiye hilbijartin. Hilbijartina kesekî dij-rojava tê maneya ku rayedarên Îranê wê xwe nêzî muzakereyên bi Amerîkayê re nekin. Lewre rojek berê, rayedarekî payebilind ê Îranê diyar kiribû ku ew bi Amerîkayê re muzakere nakin, amade ne, dikarin şer dewam bikin.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Artêşa Îsraîlê, êrîşên li ser Îranê, hêrî kêm du hefteyên din wê dewam bike.

