SerupelNûçeLi Rojhilata Navîn şer: Amerîka û Îsraîlê li Îranê xistin

Li Rojhilata Navîn şer: Amerîka û Îsraîlê li Îranê xistin

Di êrîşên saetên berê sibehê dan destpêkirin de, zêdetirî 200 kuştî û 750 birîndar hene. Pêşdeçûnên li herêmê ji bo îstikrara herêmê û ya gerdûnî wekî rîskeke mezin tê nirxandin.

Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê şer dan destpêkirin.

Di êrîşên saetên berê sibehê, ofîsa lîderê olî Ayetula Elî Xamanî jî di nav de, paytext Tehran û bajarên Îsfehan, Kerec, Qûm, Tebrîz, Şîraz, Bûşehr, Kirmanşa û Îlam hedef hatin girtin.

Îsraîlê diyar kir, wan li dijî Îranê “êrîşên pêşbirînê” pêk anîne. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got wan li dijî Îranê “operasyoneke mezin” dane destpêkirin.

Piştî êrîşan, Îsraîlê îddia kir ku wan Xamanî kuştine, bes Îranê îddiaya Îsraîlê red kir.

Di encamê de zêdetirî 200 kes hatin kuştin û zêdetirî 750 jî birîndar hene.

Him Îsraîl û him jî Îranê sehayên xwe yên hewayê dan girtin. Li seranserê Îsraîlê rewşa awarte hat îlankirin.

Li beramber, Îranê jî bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kirin. Pê re jî baregehên Amerîkayê yên li Bahreyn, Îmaratên Ereb, Kuwêyt, Qeter û Urdinê hedef girtin.

Di domahîka şer de, Îranê Tengava Hurmuzê da girtin. Pêşdeçûnên li herêmê, ji bo îstikrara herêmê û ya gerdunî wekî rîskeke mezin tê nirxandin.