SerupelNûçeSaksonyaya Jêrîn AfDê wekî hêzeke "rasta radîkal" pênase kir

Saksonyaya Jêrîn AfDê wekî hêzeke “rasta radîkal” pênase kir

AfD ji sibatê û vir ve êdî li eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê wekî partîyeke rastgir a radîkal tê qebûlkirin. Tevlî vê eyaletê, heman partî li pênc eyaletên Almanyayê wekî hêzeke polîtîk a xetere a li hemberê pergalê tê pênasekirin.

Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) ji 17yê sibata 2026an vir ve ji hêla Ofîsa Parastina Destûrê ya Saksonyaya Jêrîn ve wekî partiyek rastgir a radîkal tê nas kirin.

Wezîra Karên Hundir Daniela Behrens (endama SPD) derbarê mijarê de daxuyanîyekê da û dîyar kir ku ev yek xetereyeke eşkere ji bo civakê çêdike.

Di daxuyanîyê de van gotinan cî girtin:  “Nirxandina Ofîsa Parastina Destûrê zelal e û bê guman e. Xetereya herî mezin ji bo civaka me ji rasta rastgir tê. Li gorî vê dabeşkirinê, AfD li Saksonyaya Jêrîn bi eşkereyî dikeve vê kategoriyê.”

Daxuyanîya wezîr Behrens wiha dom kir: “Karakterê partiyê bi daxuyanî û tevgerên wê yên pir caran êrîşkar ve tê destnîşankirin. Ev karakter sîstema demokratîk a azad red dike.”

Berîya Saksonyaya Jêrîn eyaletên Brandenburg, Saksonya, Saksonya-Anhalt û Thuringia AfD wekî “rasta radîkal” ku li hemberê pergala Almanyayê xetere ye, pênase kiribûn. Heman partî li eyaletên Rheinland-Pfalz û Saarlandê ji alîyê Ofîsa Federal a Parastina Destûrê wekî “rêxistineke rastgir a radîkal a piştrastkirî” qebûl kiribû.

Rêxistineke “gumanbar”

Ofîsa Federal a Parastina Destûrê di gulana 2025an de ragihandibû ku ew ê  AfDê wekî rêxistineke “rastgir a radîkal piştrastkirî” binav bike. Lêbelê, ji ber ku AfDê li hemberê vê pênaseyê serî li dadgehê dabû,  Ofîsa Federal a Parastina Destûrê ev dabeşkirin heta biryara dadgehê rawestand. AfD li Saksonyaya Jêrîn ji sala 2022an vir ve wekî rêxistineke radîkal a gumanbar di bin çavdêriyê de ye.

Partîyeke nîjadperest 

AfD di 2013an de wekî partîyeke dij-penaber hat damezrandin.

Krîza penaberan a di 2015an sebebeke esasî ya ya ji bo mezinbûna vû partîya rasta radîkal.

Ji bilî dijberîya penaberan, AfD endamtîya Almanyayê ya Yekîtîya Ewrûpayê xwedî helwest e.

Partîyê di hilbijartinên 2017an de ket Parlamentoya Almanyayê û ji wê salê û şûn ve hêza xwe li eyaletên rojhilat zêde kir.

Fatoş Demirtaş