SerupelKurdistanLi Hîlwanê hevkarî û perwerdehîya jinan

Li Hîlwanê hevkarî û perwerdehîya jinan

Li navçeya Hîlwanê ya bi ser Rihayê ve bernameyeke perwerdehîyê ji bo jinan hat lidarxistin. Naveroka vê perwerdehîyê wekhevîya zayendî û nûnertiya jinan a di rêveberiyên herêmî de bû.

Şaredariya Hîlwanê (Curnê Reş) bernameyeke perwerdehiyê ya girîng li dar xist. Armanca sereke ev e ku polîtîkayên jinan bixe navenda rêveberiyên herêmî û xûrt bike. Perwerdehî bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliyaya Başûrê Rojhilat (GABB) û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê hatibûn organîzekirin, li ser wekheviya zayendî û nûnertiya jinan di rêveberiyên herêmî de sekinîn.

Perwerdehiyeke piralî û kûr  

Di bin sernavê “Hêzkirina Gerînendetiyên Jinan û Wekheviya Zayendî” de, ji bo avakirina nêzîkatiyeke jin-navendî di rêveberiyên şaredariyan de pêşkêşiyeke berfireh hat dayîn. Perwerdekarên GABB û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan mijarên jêrîn bi awayekî kûr vekolîn û vegotin:

Pergala Rêveberiyên Herêmî û Etîka li Qadê; nêzîkatiya pîşeyî di xizmetên li ser bingeha mafên jinan, Aboriya Jinan di Kooperatîfan de; modelên herêmî ji bo zêdekirina beşdariya jinan di jiyana aborî de û Amadekirina Budçeya Hestiyar; budçekirina ku zayenda civakî li ber çavan digire û bi awayekî ku wekheviya zayendî misoger bike.

Armanca bingehîn rêveberiya herêmî ya jinan e

Armanca sereke ya vê bernameyê ew e ku kapasîteya îdarî ya gerînendetiyên jinan ên di şaredariyan de zêde bike û pratîkên di vî warî de bên xurtkirin. Beşdaran diyar kirin ku perwerdeyeke bi vî rengî gaveke pir erênî û girîng e ji bo avakirina nêzîkatiyeke xizmetê ya berfireh, wekhev di rêveberiyên herêmî de.

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan armanca bingehîn a bernameyê bi van gotinan bi dawî kir: “Ev bername ne tenê perwerdeyeke teorîk e, di heman demê de gaveke pratîk e ji bo guhertina rastiya jiyana rojane ya jinan li herêma weke Cûrnê Reş…”

Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.