Nuqteyên giring
- Swêd Rûsyayê wekî xetereya li hemberê ewlehîya xwe qebûl dike
- Rûsya asta şerê hîbrîd a li dijî Swêdê zêde dike
- Rûsya hebûna xwe ya li Deryaya Baltik xurt dike
Swêd ji endamtîya xwe û NATOyê û vir ve Rûsyayê wekî xetereyeke li hemberê ewlekarîya xwe qebûl dike.
Stockholm vê carê bi raporekê balê kişand ser vê mijarê.
Rapora duh hat pêşkêşkirin, ji aliyê îstixbarata leşkerî MUST a Swêdê ve hat nivîsandin.
Tesbîta herî giring a di raporê de cî girtîye ev e: “Rûsya gefa leşkerî ya sereke ya li dijî Swêd û NATOyê pêk tîne.
Di raporê de hat dîyarkirin, Rûsya herku diçe zêdetir zextên xwe yên hîbrîd li hemberê Swêdê didomîne.
Naveroka vê şerê hîbrîd piranî ji sabotaj û binpêkirinên seheya hewayê ya ji alîyê dronan ve pêk tê.
Herêma Deryaya Baltik

MUST dîyar dike, rewşa ewlehîyê ya Swêdê par xera bûye û tirs ev e, xetereyên ji derve wê heta sala 2030an zêde bibe.
Di derbarê detayên amadekarîyên Rûsyayê yên li dora Swêdê van agahîyan hatin dayîn:
“Tevlî çavkanîyên xwe yên ji bo şerê li Ukraynayê seferber kirîye. Rûsya hebûna xwe ya li herêma Deryaya Baltik xurt dike. Ji ber ku vê herêmê ji alîyê stratejîk ve –hem aborî hem jî leşkerî- ji bo Rûsyayê pir giring e.


