SerupelNûçeLi Swîsreyê qezayeke trênê pêk hat

Li Swîsreyê qezayeke trênê pêk hat

Li Swîsreyê qezayeke trênê pêk hat. Li nêzîkî Goppenstein a li Kantona Valaisê trên ji rê derket û 5 kes birîndar bûn.

Zivistan îsal li hin kantonên Swîsreyê giran derbas dibe.

Berfa zêde bi taybetî li Valaisê bandoreke mezin li jîyana welatîyan dike.

Îro danê sibeyê trêneke li vê kantonê ji ber berfê ji rê derket.

Qeza li aliyê başûrê Tunela Lötschbergê, di navbera Goppenstein û Hohtenn de ku li rojhilatê Kantona Valaisê ne pêk hat.

Du ambulans, helîkopterek û heşt pisporên rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Gerînendetîya Polîs  a Kantonê Valaisê ragihandin, di qezayê de 5 kes birîndar bûne.

Rêyên Hesinî yên Federal ên Swîsreyê (SBB) û şîrketa rêhesinê ya BLSê ragihandin, rêya qeza lê pêk hatîye ji hatûçûnê re hatîye girtin.

Di dewsa rêya hesinî de bi otobusan xizmet ji welatîyên li deverê re tê pêşkêşkirin.

Ku der e Valais?

Ciyê Kantona Valaisê di nava Swîsreyê de
Valais (bi almanî Wallis) kantoneke çîyayî ye ku li başûrê rojavayê Swîsreyê ye. Piranîya erdên kantonê ji Alpên Swîsreyê pêk tên ku gelek ji wan 4.000 mêtro bilind in. Nifûsa kantonê 370.000 e û zimanên fermî yên kantonê fransî û almanî ye. Valais herî zêde bi navendên xwe yên geştîyarîyê yên zivistan û havînê tê naskirin ku hejmara wan digihîje 120 an.
Cengiz Demirtaş