SerupelNûçeÎranê li Tengava Hurmuzê tetbîqat da destpêkirin

Îranê li Tengava Hurmuzê tetbîqat da destpêkirin

Tetbiqata li pêyî rageşiya bi Amerîkayê re li Kendava Basra û Tengava Hurmuzê tê tetbîqkirin bal kişand. Lewre, Tengava Hurmuzu wekî “nuqteya herî girîng a derbasoka petrolê” tê pênasekirin.

Îranê li Tengava Hurmuzê ya stratejîk, bi navê “Kontrola Zîrek A Tengava Hurmuzê” tetbîqateke deryayî da destpêkirin.

Tetbîqat ji aliyê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve tê kirin.

Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Tasnîmê armanca tetbîqatê weha ragihand: “Tetbîqat ji bo Îranê amadeyî tehdîtên pêkan ên ewlekarî û leşkerî bike tê tetbîqkirin.”

Qumandarê Deryayî Alîreza Tangsîrî destpêka tetbîqatê got dema rayedarên payebilind fermanê bidin, ew amade ne ku Tengava Hurmuzê bidin girtin.

Li pêyî rageşiya Amerîkayê, tetbîqata li Kendava Basrayê û Tengava Hurmuzê tê tetbîqkirin bal kişand.

Amerîka ji demeke dirêj ve ye, ji ber sedema bernameya nukleer a Îranê aciz e.

Tengava Hurmuzê

Tevî vê yekê, ji ber sedema ku rejîma Îranê bi tundî mudaxeleyî protestoyên meha borî kiribû, rageşiya heyî ya di navbera herdu dewletan de derketibû asta bilind. Lewma jî Amerîkayê keştiyên şer ên balafiran şandibû herêmê. Tevî ku rageşiya li herêmê bilind e, Îran jî tehdîta ku wê Tengava Hurmuzê bide girtin dike.

Tengava Hurmuzê ji ber sedema ku Kendava Basrayê û Kendava Ummanê bi hev ve girê dide wekî rêya avê ya girîng tê dîtin. Herweha, heta ku Îdareya Enerjiya Amerîkayê jî vê rêyê wekî “nuqteya herî girîng a derbasoka petrolê” pênase dike.

Petrola xam a ku welatên OPEC’ê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmaratên Ereb, Kuweyt û Irak ji sehayên petrolê yên li herêma Kendava Basrayê derdixin, ji ser Tengava Hurmuzê tê neqilkirin.