SerupelKurdistan“Xweseriya şaş hatiye fêmkirin, tifaqên şaş hatine rêvebirin û firsendên ji dest çûne”:...

“Xweseriya şaş hatiye fêmkirin, tifaqên şaş hatine rêvebirin û firsendên ji dest çûne”: David Romano, li ser erênayên stratejîk ên Rojava axivî

Profesor David Romano di hevpeyvîneke ji Înstîtuya Rojhilat bi Gonul Tolê re, li ser dijwariyên siyasî û stratejîk ên li pêşiya Rojavaya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojhilatê Bakurê Sûriyê tê rêvebirin nirxandinekê pêşkêş dike. Romano ji bilî xayintiya derve, li ser rêvebirina tifaqê û peymanên siyasî jî disekine û dibêje biryarên heyî jî qeyrana heyî mezin kiriye.

Jêderên Nûçeyê

  • Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji ber sedemên di dema şer de bi lezgînî leşker berhev kirine, eşîrên Ereban dibe ku tu carî sadiq nebin.
  • Reformên cinsî yên di demeke kurt de li herêmên muhefezekar ên wekî Reqa hatine kirin dibe sedema bertekan.
  • Donald Trump serokê Amerîkayê yê dawîn ê herî zirarê dide berjewendiyên Kurdan
  • “Federalîzm”a wekî Herêma Kurdistanê ya Iraqê, li qada navneteweyî, ji konsepta “Xweseriya Demokratîk” zêdetir hatiye qebûlkirin.
  • Qeyranên herêmî, li gel parçebûnên îdeolojîk, netewperestiya Kurdan xurtir kiriye.

Di hevpeyvîneke berfireh a bi Gonul Tola ji Înstîtuya Rojhilata Navîn a di çarçoveya rêzên Rethinking Democracyê (Jinûvefikariya Demokrasiyê) de, Profesor David Romano li ser qeyrana li Rojavaya ji aliyê Rêveberiya Xweser A Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê rêvebirin pêk hatiye nirxandineke giran pêşkêş dike.

Romano ji dêvla gotinên gelemper ên li ser xayintî û berxwedanê dubare bike, li ser qelsbûna binesazî, peyamên neserkeftî, tifaqên Ereb ên bi rageşî û encamên neyînî yên veguherîna îdeolojîk a di demeke kurd de radiweste. Argumana wî ev e, dibêje hêzên derve tenê Kurdan têk neşikandine – hilbijartina wan a stratejîk a navxweyî jî pozisyona wan tevlihev kiriye.

Qismên girîng ên dîtinên wî li jêrê ne.

HSD dikare eşîrên Ereb di destê xwe de bigire?

“Ez ne bawer im, tiştek heye ku HSD û Kantonên Xweser karin eşîrên Ereb di destê xwe de bigirin bikin.”

Romano dibêje dema têkoşîna li hemberî DAEŞ’ê, ji bo hêmanên eşîrên Ereb bi lezgînî têxe nav xwe, Amerîkayê zor daye Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Vê eceletiyê ji dêvla hevkariyên siyasî yên mayînde, tifaqên taktîk pêk aniye. Li gel gelek kesên van eşîran bi awayê ecele hatin daxilkirin jî, întegrasyona wan a projeya îdeolojîk a rêveberiyê nehat temamkirin. Li gorî dîtina Romano, vê binesaziya şikestîner, bêyî guherînên polîtîk bidin ber çav, bêîmkan kiriye ku yekparetiya demdirêj pêk were.

Reqa û reform: Dema polîtîkayên cinsî li civaka eşîran biqelibe

“Di rojên serî de, ji bo têkîliyên cinsî hînî gel bikin û kiryarên berê ji holê rakin, dikarîbûn kadroyên xwe bişandana Reqayê… hûn jî dikarin texmîn bikin bê vêya baş bi rê ve neçûye.”

Romano balê dikişîne ser rageşiyên li bajarên wekî Reqayê yên ku kadroyên siyasî yên Kurdan bi taybetî jî reformên pêşketî ên mijara wekheviya cinsî teşwîq dikirin.

Van reforman her çiqasî di navenda nasnameya îdeolojîk a rêveberiyê de ye jî, civaka muhefezekar û eşîran ew bi hêsanî qebûl nekirin. Romano dibêje di nava bêewlekariya etnîk a dîrokî de, veguherîna civakê ya lezgîn, heta di nava civakên ku hevkariya leşkerî kirine de jî li rastî hêrsê tên.

“Xayintî li pêyî xayintiyê”: Meseleya Amerîka û Kurdan

Romano ji bo sicîla Donald Trump a li ser Kurdan jî nirxandinê dike.

“Li pêyî du serdeman niha, Trump di dîroka dawîn de, ji bo Kurdan serokê Amerîkayê yê herî xerab e. Bê guman.”

Vêya bi Barack Obamayê ku destûr daye alîkariya hewayî ya Kobanî û mudaxeleya pêşveçûna DAEŞ’ê ya ber bi Hewlêrê ya sala 2014’yan dide ber hev.

Romano dibêje biryarên vekişînê yên di serdema Trump de, ji bo gelek Kurdan, têgihîştina terkirina Washingtonê ya ji demeke dirêj ve heye pesend dike û pênebaweriya ji Amerîkayê kûr dike.

Xweseriya Demokratîk û Federalîzm

Li gorî Romano, yek ji dubendiyên bingehîn ne tenê jeopolîtîk e, ragihandinî jî dibe sedema dubendiyê.

Kêm çavdêrên derve fêm kirin bê rêveberiya Kurdan tam çi dixwazin. Konsepta “Xweseriya Demokratîk” ji bo çavdêrên navneteweyî têgeheke razber a ku nas nedikirin bû.

“Eger bi hêsanî bigotana, ‘Wekî li Amerîkayê, li Kanadayê, li Swîsreyê an jî li Belçîkayê, em federalîzmê dixwazin’ vêya wê bihata fêmkirin.

Romano dibêje federalîzmeke eşkere ya wekî modela Başûrê Kurdistanê zêdetir wê bihara naskirin û desteg bidîtana.

Ji dêvlê ve, çarçoveya cuda ya îdeolojîk bû sedema ku reqîbên wan projeyê şaş pênase bikin û tevî vê yekê mutefîkên wan ên pêkan têkevin nava fikaran.

Bilindbûna netewperestiya Kurdan

Balkêş e, Romano dibêje zextên her zêde bûne bûye sedema bandoreke nelibendê: tevî ku cudahiyên wan ên îdeolojîk hene jî netewperestiya Kurdan xurt kiriye.

Heta ku rexnegirên polîtîkayên alîgiriya PKK’ê yên li Hewlêrê jî dipirsîn bê çawa dikarin alîkariya Rojava bikin.

“Vêya ne têkîldarî şopandina Ocalan bû,” dibêje Romano û weha şîrove dike. “Vêya têkîldarî netewperestiya Kurdan – hestên yekîtiya Kurdistan bû.

Her çiqasî astengiyên demên kurt zirar dabin hewildanên rêveberiya xweser jî, dibêje van yekan di heman katê de, hişmendiya netewî ya Kurdan a seranserê herêmê xurt kiriye.

—————————————-

Kî ye David Romano?

David Romano li zanîngeha Missouri Stateê Profesorê Polîtîkayên Rojhilata Navîn e û yek ji akademisyenên sereke yê tevgerên siyasî yên Kurdan e.
Nivîskarê xebata girîng a li ser veguherîna mobîlîzasyona siyasî ya Kurdan a The Kurdish Nationalist Movement (Tevgera Netewperest A Kurdan) (Weşanên Zanîngeha Cambridgeê, 2006) e. Li ser netewperestiya Kurdan, têkîliyên dewlet-kêmaran, koçberiya bi darê zorê, demokratîkbûnê û jeopolîtîkaya Rohilata Navîn lêkolînê dike.

Ji bo îngilîzîya nûçeyê vê lînkê bitikînin.