Swîsre wê di 10ê hezîranê de ji welatîyan pirs bike ka ew dixwazin bila nifûsa welêt derkeneve ser 10 mîlyonî.
Daxwaza bisînorkirina nifûsê ji alîyê Partîya Gel a Swîsreyê (SVP) ve tê kirin.
Vê partîya rastgir ku hêza herî mezin a polîtîk a welêt e, ji bo bê kampanya dimeşîne. Sernavê vê kampanyayê “Na ji Swîsreyeke 10 milyonî re” ye.
Eger pêşnîyaz di referandûma 10ê hezîranê de bê qebûlkirin wê hikumet neçar bimîne ji bo bisînorkirina nifûsê gavan bavêje.
Eger nifûs ji 9.5 milyonî derbas bike wê hikumet derîyên xwe ji koça ji derve re bigire.
Di vê çarçoveyê de wê destûr neyê dayîn kesên biyanî li Swîsreyê bixebitin an tevlî malbatên xwe bidin. Herwiha, derî wê bi tevahî ji penaberan re bê girtin.
Dema nifûs bibe 10 milyon…
Dema nifûs bigihîje 10 milyonî wê tedbîrên hikumetê hîn girantir bin.
Wê demê hikumeta federal wê neçar bimîne peymanên bi Yekitîya Ewrûpayê re betal bike.
Peymana Tevgera Serbest a di navbera herdu alîyan de destûr dide ku welatîyên YEyê bikaribin li Swîsreyê bixebitin û bijîn.
Herwiha, welatîyên Swîsreyê jî dikarin heman mafî bi kar bînin.
Helwesta parlamentoyê û sektora kar
Parlamentoya Federal û Senatoya Swîsreyê herdu bi hev re li dijî vê vê pêşnîyazê derdikevin.
Herdu sazîyên swîsrî di wê bawerîyê de ne, bisînorkirina nifûsê wê bandorê li sektora kar bike.
Tirsa mezin ev e, hejmara karkeran wê kêm bibe û têkiliyên aborîyê yên YEyê re ber bi xerabûnê ve biçin.
Swîsre herî zêde berhemên xwe difiroşe welatên Yekitîya Ewrûpayê. Herwiha, gelek karkerên qalîfîye û yên din ku ji Ewrûpayê tên, li Swîsreyê dixebitin.
Bi taybetî, şîrketên navneteweyî yên wekî Roche, UBS û Nestle li dijî pêşnîya SVPê derdikevin. Şîrketên navborî dibêjin, halxweşîya Swîsreyê girêdayî peymanên yek-bazar a bi YEyê re ye.
Analîz
Nifûsa Swîsreyê 9.1 milyonî ye û sal bi sal bi lez zêde dibe. SVPya ku xwedî xeteke netewperestîya radîkal e ji vê zêdebûnê aciz e. Partîyê îdîa dike, zêdebûna nifûsê dibe sebeb kirê zêde bibe û barê li ser binesazî û xizmetên gelemperî giran bibe. Partîyê bi taybetî, ji hilbijartina 1999an û vir ve li dijî koçberîyê helwesteke dijwar didomîne. Lêbelê esasê vê meseleyê îdeolojîya rastgir û nîjadperest a vê partîyê ye. Partî li hemberê civakeke plûralîst e û naxwaze bi rêya koçberîyê koçber û penaber bibin xwedî hêzeke polîtîk. Loma jî partî naxwaze prosedûrên giran ên welatîbûnê bên hêsankirin. Niha ji % 27ê nifûsa Swîsreyê ne xwedî mafê welatîbûnê ne û nikarin di hilbijartinan de dengên xwe bi kar bînin. Hêjayî bibîrxistinê ye, Swîsre xwedî pergala polîtîk a demokrasîya rasterast e ku destûrê dide referandûm bi hêsanî bên lidarxistin. Eger însîyatîfekê bikaribe di nav 18 mehan de 100,000 îmze berhev bike, di asta federal de referandûm tê lidarxistin. SVPê dixwaze vî mafê demokratîk ji bo avakirina sîstemeke li dijî hebûna koçber û penaberan bi kar bîne.


