Navçeya Sûrê ya Amedê pîrozbahîya yekemîn a Newrozê li dar xist.
TJA pêşengiya şahîya li Taxa Alîpaşa kir û ligel rêvebîrên sazîyên sivîl, parlementer û hevşaredarên Partîya DEMê niştecîyên taxê tevlî şahîyê bûn.
Di pirozbahîyê de bi taybetî jin û ciwanan daxwazên xwe bi dirûşmeyên wekî “bijî Newroz”, “ bijî serok Apo” û “yek e yek e yek e gele Kurd yeke hate” berz kirin.
Gel li ber stranan govend gerandin, bi dehan jin jî bi meşalayê derketin ser sûrên dîrokî û li erbanê dan.
Li dora agirê Newrozê fişekên hewayî hatin teqandin û stranê kurdî hatin gotin.
Di pirozbahiyade li ser navê TJAyê aktivîst Xecê Şahin jî axaftinek kir. Şahin di axaftina xwe de li ser giringîya diroka Newrozê sekini ê şehîdên Zekiye Alkan û Rahşan Demirel bibîr anî.
Suat Ozalp

