SerupelNûçeSalih Muslim koça dawî kir

Salih Muslim koça dawî kir

Xebera mirina Siyasetmedarê Kurd ji aliyê lawê wî Amed Muslim ve hat ragihandin. Salih Muslim roja Şemiyê, li Kobaniyê, li kêleka lawê wî Şervan Muslim wê bê veşartin.

Hevserokê berê û endamê konseya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim di 75 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da.

Xebera mirinê ji aliyê lawê wî Amed Muslim ve hat ragihandin. Amed Muslim diyar kir ku bavê wî Salih Muslim beriya çendekê li Nexweşxaneya Meryemana ya li Hewlêrê koça dawî kiriye.

Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo nexweşiya gurçikan, bi diyalîzê dihat tedawîkirin. Piştî rewşa wî giran bibû, Salih Muslim rakiribûn Nexweşxaneya Meryemanayê.

Salih Muslim roja Şemiyê, li bajarê Kobanî yê lê ji dayîk bûye, li kêleka lawê wî Şervan Muslim ê dema li dijî çeteyên El Nusrayê ji bo Rojava şer dikir, jiyana xwe ji dest dabû, wê bê veşartin. Lewma jî cenazeyê Salih Muslim piştî merasîmê, ji Hewlêrê ber bi Kobaniyê ve hat şandin.

Kî ye Salih Muslim?

Siyasetmedarê Kurd di 3’ê Adara 1951’ê de, li bajarê Kobaniyê hat dinyayê.

Piştî perwerdehiya li Sûriyê, di salên 70’yî de çû Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, li wi perwerdehiya Endezyariya Kîmyayî dît. Beriya vegere Sûriyê bi qasî deh salan li Erebistana Siûdî wekî endezyarekî petrolê xebitî.

Di sala 1998’an de tevî nav Partiya Demokrat A Kurdistanê ya Sûriyê PDK-S’yê bû. Sala 2003’yan ji vê partiyê veqetiya û tevî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê bû. Piştî endamtiya Lijneya Rêveberiyê, di sala 2010’an de, tevî Asya Evdila wekî hevserok hat hilbijartin.

Salih Muslim dema pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2014, ji bo li ser pêşeroja Sûriyê muzakereyan bike ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû vexwendin.

Piştî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê berhewa bû, rêveberiya Tirkiyê Salih Muslim wekî terorîst îlan kir.

Siyasetmedarê Kurd di sala 2017’yan de dest ji hevserokatiya PYD’yê berda. Ji wê demê û vir ve, wekî endamê Konseya Hevserokatiya PYD’yê kar dikir.