Nuqteyên giring:
- Rêzêhevdîtinên sêyemîn ên Rûsya-Ukraynayê li Cenevê dest pê dikin
- Rûsya dixwaze Ukrayna ji hemû herêma Donbasê vekişe
- Ukrayna ne qayile Donbasê radestî Moskowê bike
- Hikumeta Kîewê ji Amerîka û Ewrûpayê garantîyên ewlehîyê dixwaze
Hevdîtinên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê îro li bajarê Swîsre Cenevê dest pê dike.
Di hevdîtinan de Ukraynayê ji alîyê Wezîrê Parastinê Rustem Umerov be tê temsîlkirin.
Rûsya ji alîyê Igor Kostyukov (şefê îstixbarata leşkerî GRU) û Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mikhail Galusin ve tê temsîlkirin.
Tê payîn, wekî hevdîtinên berê nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û karsaz û zavayê Trump Jared Kushner li Cenevê wê navbeynkarîyê bikin.
Du rêzehevdîtinên berî niha li bajarê Abû Dabî ya li Mîrektîya Ereb hatibûn lidarxistin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di demên dawî de zextan li Ukraynayê dike ku bi Rûsyayê re li hev bike.
Trump berîya hevdîtinan daxuyanîyek din da û got, “ a baş ew e Ukrayna bi lez were dora maseyê.”
Kîew jî dîyar dike, Rûsya daxwazên giran ji Ukraynayê dike û dixwaze şer bidomîne.
Hêjayî gotinê ye, wê hevdîtinên li Cenevê wê ji medyayê girtî bê lidarxistin.
Donbas û garantîyên ewlehîyê
Mijarên ku herdu alî herî zêde li ser li hev nakin daxwazên Rûsyayê yên li ser Donbasê ye.
Rûsya dixwaze Ukrayna ji tevahîya herêma Donbasê vekişe.
Ukraynaya ku 4 sal in qismeke vê herêmê diparêze, naxwaze erdên di destên xwe de bide Rûsyayê.
Ukrayna ligel vê, ji bo peymaneke aştîyê bê îmzekirin ji welatên Rojava garantîyên ewlehîyê daxwaz dike.


