Aborîya Brîtanyayê di demên dawî de îşaretên negatîf dide.
Lêkolîneke dawî nîşan dide, rêjeya bêkarîyê ji sala 2021an û vir ve derket asta zêde.
Li gorî lêkolîna vê sibehê hat weşandin, rêjeya kêsên bêkar di mehên çirîya pêşîn-çirîya paşîn a 2025an de bû ji % 5.2.
Hejmara karkeran di heman demê de bi qasî 46,000an kêm bû.
Di seranserê sala 2025an de jî 130,000 karker ji lîsteya karkeran a şîrketan kêm bûn.
Encameke paşveçûna aborîyê di qada dahatê de xwe nîşan dide.
Dahata kesên xebatkar di çirîya pêşîn-çirîya paşîn a par de ji % 4.2 kêmtir bû.
Gerînendeya Ofîsa Statîstîkên Neteweyî ya Brîtanyayê (ONS) Liz McKeown derbarê mijarê de van agahîyan dide:
“Hejmara karkerên bi meaş (mûçe) dixebitin di çaryeka sala 2025an de kê bû. Ev yek nîşan dide, karê ji bo kirêkirina karkeran tê kirin lawaz dibe. Lêbelê ev dane si meha borî de piranî wekî xwe mane. Rêjeya bêkarîyê di heman dema mijarê gotinê de zêde bû. Ji daneyan xuya dibin, piranîya kesên ji kar derketine niha bi rengekî aktîf li kar digerin.”


