SerupelNûçeNûnerên Rojava bi Marco Rubio re hevdîtin kirin

Nûnerên Rojava bi Marco Rubio re hevdîtin kirin

Konseya Ewlehîyê ya Munîhê ku her sal li Almanyayê tê lidarxistin, îsal bû platforma ji bo venasîna navneteweyî ya Rojavayê Kurdistanê. Du nûnerên  Rojavayê Kurdistanê tevlî konfrensa îsal bûn.

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed tevlî Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê bûn. Beşdarîya nûnerên Rojava di nava kurdan de bû sebeba coşeke mezin.

Herdu nûnerên Rojava ligel beşdarîyê, rastî eleqederarîya ji nêzîk ve ya serokê Fransayê Emanuel Macron hatin. Ebdî û Ehmed di dema navberê de bi Macron re sohbetekê kirin û fotograf kişandin. Nûnerên kurd ji bo piştgirîya wî ya berdewam spasiya xwe ji Macron re kirin.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed û di heman rojê de tevlî civîna şandeya wezaretên karên derve yên Amerîka û Sûrîyeyê bûn. Ebdî û Ehmed ligel Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyeyê Esad El-Şabanî li hemberî Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio û şandeya amerîkî rûniştin.

Wezareta Karên Derve yê Sûrîyeyê di daxuyanîya xwe ya piştî civînê de derbarê naveroka civînê de agahî da. Wezaretê ragihand ku mijarên yekitî û serdestîya Sûrîyeyê ligel întegrasyona HSDê mijarên civînê bûne.

Mezlûm Ebdî jî di derbarê civînê de axivî û got, DYA desteka xwe ya ji bo tetbîqkirina peymana 29ê kanûna paşîn a întegrasyonê didomîne. Ebdî di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê got,  “bi rêya destûra bingehîn misogerkirina mafên kurdan û parastina nasnameya kurdan hatîye gotûbêjkirin.

Herwiha Ebdî got,   Marco Rubio di civînê de li ser têkoşîna li dijî terorîzmê, siberoja Rojavayê Kurdistanê û meşandina peymana bi hikumeta demkî ya Sûrîyeyê re sekînîye.