SerupelNûçeNetew-dewlet li Sûrîyeyê nikare bê avakirin

Netew-dewlet li Sûrîyeyê nikare bê avakirin

Mazen Ezzi: “nêrîna ku Sûrîyeyê herdem wekî dewleteke yekgirtî ya xwedî otorîteyeke navendî dibîne” bi dîroka pêkhatina dewleta Sûrîyeyê ve ne li hev e.

Serdestên îslamîst ên Sûrîyeyê dixwazin di bin serdestîya Şamê de dewleteke navendî ava bikin. Amerîka, hin welatên ewrûpî û welatên ereb destekê didin van hewldanên rejîma Şamê. Lêbelê gelek lêkolîner di vê bawerîyê de ne, li Sûrîyeyê avakirina dewleteke yekgirtî ne mimkûn e.

Malpera The Amargi li ser vê mijarê gotareke balkêş weşand. Gotara ji alîyê Mazen Ezzi ve hatîye nivîsandin argûmanên li dijî pêkanbûna yekitîya Sûrîyeyê pêşkêş dike. Nivîskar dibêje “nêrîna ku Sûrîyeyê herdem wekî dewleteke yekgirtî ya xwedî otorîteyeke navendî dibîne” bi dîroka pêkhatina dewleta Sûrîyeyê ve ne li hev e.

Mazen Ezzi

Ezzi dîyar dike, yekitîya Sûrîyeyê di bin serdestîya Ewrûpayê de pêk hatîye û di dewsa peymaneke civakî ya plûralî de, bi darê zorê hatîye ferzkirin.

Hin agahîyên giring ên di gotara Ezzi de wiha dikarin bên rêzkirin:

  • Berîya ku Sûrîye wekî dewleteke modern derkeve holê, li ser vî erdî rêveberîyeke polîtîk tune bû.
  • Di dema osmanîyan de Bîlad el-Şam ji Şam, Heleb, Filistîn û Çiyayê Libnanê pêk dihat.
  • Osmanî bi tenê li ser herêmên navendî û başûr hikum dikirin.
  • Mandaya (kontrola) fransî ya li ser Sûrîyeyê, di 1920an de pêk hat. Di vê demê de cara ewil Şam û Heleb bûn yek û paşê Cebel el-Drûz li tevlî vê yekitîyê bû.
  • Dema Sûrîye di 1946an bû serbixwe, vê strûktûra navendî ya ji alîyê leşkerî û îdarî ve pêk hatibû dewr girt.
  • Partîya Beas a di 1963an de hat ser kar bi îdeolojîya netewperest a ereb navendîbûnê derxist asta herî bilind.
  • Ji destpêka rêveberîya xwe û vir ve HTŞ ji bo temsîlîyeta cihêrengîyê, parvekirina erkê û beşdarîya kêmaran ku ji % 40ê nifûsê pêk tînin, gav navêt.
  • Yekitîya bi darê zorê wekî prensîb ji alîyê polîtîk ve meşrû ye lê ji alîyê dîrokî ve ne qanûneke.
  • Dîrok nîşan dide, yekitîya navendî ya Sûrîyeyê tu carî ber bi netew-dewleteke ku li ser peymaneke civakî ya plûralîst ve bilind ava bûye, veneguherî ye.
Foto: Nexşeya fîzîkî ya Sûrîyeyê, NordNordWest, CC BY-SA 3.0