Li Komîteya Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê, li ser pêşeroja Sûriyê rûniştinek hat lidarxistin.
Di rûniştinê de, pêvajoya li pêyî daxistina Beşar Esad û statû û ewlehiya Kurdan a di vê pêvajoyê de hat nîqaşkirin.
Seroka berê ya Komisyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadîne Maenza jî beşdarî rûniştinê bû. Manenzayê dema axaftina xwe got rêveberiya Trump bila dev ji gavên biçûk berde û ji bo pêdiviyên peymana 29’ê Çileyê bîne cî, bila zorê bide hikêmeta demkî ya Ahmed Şara.
Nadîne Maenzayê di domahîka axaftina xwe de got eger Amerîka zorê nede û tenê li rewşê temaşe bike, zordestiya li dijî pêkhateyan wê zêdetir bibe.
Nadîne Maenzayê pê re bal kişand ser temsîliyeta jinan a di nava Rêveberiya Xweser û destnîşan kir ku divê pergala Rêveberiya Xweser bê parastin.
Seroka berê ya Komisyonê destnîşan kir ku çekdarên Îslamîst ên di nava hêzên hikumetê de, binpêkirinên xwe yên xeternak belge kirine, li dijî sivîlan înfaz û kiryarên tund pêk anîne.
Nadîne Maenzayê lewma jî ji Şamê xwest ku dorpêça li ser Kobanê û Siwêdayê rake, di çarçoveya misogeriya hemwelatîbûna wekhev de destûra demkî biguhere, çekdarên biyanî derxe û rewşa qanûnî ya Êzidiyan sererast bike û got eger hikûmeta demkî ya Sûriyê van yekan pêk neyîne wê nikaribe pêş de biçe.
Seroka berê ya Komisyonê li pêyî rûniştinê dîtinên xwe yên li ser babetê di medyaya civakî de weha belav kir, got:

“Min şahidiya xwe bi zelalî eşkere kir. DAEŞ ji nû ve xurt dibe – nexwe dema serdana berê, gelê li Rojhilatê Bakurê Sûriyê nedidîtin ku ekstremîstî wekî berê di nava civaka wan de mezin dibe. Hûn nikarin tenê bi sîlehan tundrewiyê têk bibin. Incax bi avakirina civakên himbêzkar hûn dikarin wê têk bibin.
Û qeyd muhîm in: HSD’ê Amerîkayî nekuştine – Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê di meha Kanûnê de 2 leşker û tercumaneke Amerîkayê kuştin.
Rastî muhîm e.
Sûriye incax bi şertê parçebûnên mezhebî yên kûr baş bike û pêşaniyê bide ahenga civakî, wê karibe bi ser keve. Tiştên ku welat ji Rojhilatê Bakur hîn bibe gelek in.”

