SerupelPolîtîkaMoutier êdî parçeyeke Kantona Jurayê ye

Moutier êdî parçeyeke Kantona Jurayê ye

Moutierê bajarekî fransîaxêv a li ber Çiyayên Jurayê ye ku di ji serê îsal û vir ve ji Kantona Bernê veqetîya ye. Referandûma 2021an destûr da ku bajêr tevlî Kantona Jurayê bibe.

Bajarê Moutierê ya li rojavayê Swîsreyê ji serê salê û vir ve parçeke Kantona Jurayê ye. Moutier berîya 1ê kanûna paşîn a 2026an bi ser Kantona Bernê ve bû. Veqetîna bajêr ji Kantona Bernê bi referandûmekê pêk hat ku çar sal berê hat lidarxistin.

Referandûma derbarê qedera polîtîk a bajar de di 28ê adara 2021an hat lidarxistin. Ji % 54,5ê hilbijêran di vê dengdanê de ji bo tevlîbûna Kantona Jurayê deng dan. Ji bo encamên vê referadûmê têkeve merîyetê çar sal derbas bûn.

Di vê dema dirêj de Moutier 40 ji bo veqetînê bi Bernê re 40 peyman îmze kirin. Li aliyek din, Kantona Jura jî ji bo tevlîbûna Moutierê gelek amadekarî kirin. Kantona Jura ji bo sala 2026an nêzîkî sê milyon frank ji bajarê Moutierê re veqetand. Berîya Moutier tevlî Jurayê bibe, di kanûna pêşîn a 2025an de hemû sazîyên bi ser Kantona Bernê ve ji bajêr derketin.

Moutier ji heta serê sala îsal jî bajarê herî mezin ê herêma îdarî Juraya Bernê bû.

Referandûma 2017an

Kantona Bernê ji ber daxwazên civaka Moutierê, destûr da bajêr ku di 18yê hezîrana 2017an de referandûmekê li dar bixe. 2,067 hilbijêr (% 51.72) ji bo tevlîbûna Kantona Jurayê deng dan.

Lêbelê di 17yê îlonê de gundên Belprahon û Sorvilierê veqetîna ji Bernê red kirin. Piştî vê geşedanê, di 5ê çirîya paşîn a 2018an de rêveberîya Jurayê Bernê encamên referandûma Moutierê betal kirin. Rêveberîyê ji bo vê biryara xwe “propagandaya alîgir” a Beledîyeya Moutierê hincet nîşan da.

Moutier bi fransî diaxive

%86.5ê nifûsa Moutierê bi fransî, %3.9 bi almanî û %3.6 jî bi îtalî diaxive. Yek ji sebeba ka çima bajêr ji Kantona Bernê veqetîya, zimanê fransî ye.

Moutier 10 km li başûrê Delémont a paytexta Kantona Jurayê ye. Bajar li kêleka Çiyayên Jura ye û nifûsa wê li derdora 7,200 ye.

Ev nûçeya Fatoş Demirtaş, di Infowelat de hatîye weşandin