Malpera piyaseya pêşbîniyê ya Polymarketê li ser pêşeroja siyasî ya Kurdên li Îranê şertê “Kurd dikarin li Îranê serxwebûna xwe îlan bikin?” da destpêkirin. Mîadê şert heta 30’ê Hezîrana 2026’an hat tayinkirin?
Li gorî şertê di malperê de daye destpêkirin, hilbijartina “erê” herî zêde deketiye rêjeya ji %47.

Şertê malperê ev e ku eger yek ji PJAK (Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê), PDKI (Partiya Demokrat A Kurdistanê Ya Îranê), her du Komele, PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) an jî komên muxalif ên Kurdên Îranê yên tên nasîn an jî rayedarekî Kurdên li Îranê, eger heta saeta 23:59 a 30’ê Hezîrana 2026’an, bi awayê fermî îlan bike ku dewleta serbixwe a Kurdan hatiye damezrandin an jî hema li çi devera Îranê erka rêveberiyê bi dest xin, encam wê wekî “Erê” bê qebûlkirin. Ya na encama şert wê wekî “Na” bê qebûlkirin.
Di malperê de tê gotin ku ji bo encama “erê” pêdivî tuneye ku desthilatdarî bê bidestxistin an jî erka desthilatdariyê dewam bike. Dibêje îlana serxwebûnê tenê bes e ji bo vê encamê.
Rejîma Îranê heta 30’ê Hezîranê wê birûxe ya na?

Di heman malperê de, li ser pêşeroja rejîma Îranê jî şert da destpêkirin. Di vî şertî de jî, rêje herî zêde derket radeya ji %49.

