SerupelNûçeLi Tîrolê aşît: 3 sporhez mirin

Li Tîrolê aşît: 3 sporhez mirin

Ji ber hilweşîna berfê ya li rojavayê Awistiryayê bi dehan aşît pêk hatin. Di encama vê de 3 sporhezên ji Almanya û Holandayê jîyana xwe ji dest dan.

Îsal berfa zêde bandoreke xerab li welatên Çiyayên Alpan dike.

Awistirya tevlî Swîsreyê ji du welatên li vê herêmê ye ku berf bi rojane lê dibare.

Berfa giran li eyaleta Tîrolê ku li rojavayê welêt e, bû sebeba 30 aşîtan.

3 kesên li herêmê sporên zivistanê dikirin, ji ber aşîtê jîyana xwe ji dest dan.

Du ji van sporvanan ji eyaleta Baden-Württembergê hatibûn Awistiryayayê.

Li gorî daxuyanîya polîsan, sporveneke din jî ji Holandayê ye.

Zivistanan her car rîska aşîtê li rojavayê Awistiryayê pêk tê.

Niha, li deverên 1800 mêtro bilind yên Tîrolê hîn jî berf dibare.

Îsal zivistan li deverên li dora bajarê Salzburgê jî giran derbas dibe.

Rêveberîya herêmê ragihand, li devereke çiyayî aşît pêk hatîye û kesekî kaşûnê dikir, ji bin berfê  hatiye rizgazkirin.

Rêveberîya Karesatan a Awistiryayê ji bo eyaletên Tîrol û Vorarlbergê di asta duyemîn de hişyarîya aşîtê da.

Ku der e Tirol?

Ciyê eyaleta Tîrolê ya li Awistiryayê
Tîrol eyaleteke li Rojavayê Awistiryayê ye ku herî zêde bi Çîyayên Alpan, kaşûnbazî û mîrateya xwe ya çandî a otantîk tê naskirin. Rûzemîna vê eyaletê 12,534 km2 û nifûsa wê li derdora 800.000î ye. Innsbruk paytexta Tîrolê ye ku herî zêde bi olîmpîyatên zivistanê û kevnebajarê xwe yê ji Serdema Navîn maye, tê naskirin.
Cengiz Demirtaş