Li Burkîna Fasoyê bi boneya pîrozbahiya salvegera derbeya Şoreşa Gel A Pêşeng a ku Îbrahîm Traore serkêşiya wê dike, merasîma meşê li dar ket. Bi hezaran şêniyên paytext Ouagadougouyê û xwendekaran bi pankart û afîşan beşdariya meşê kirin û sloganên piştevaniyê avêtin.
Hin beşdaran anîn ziman ku ji desthilata heyî ya demkî kêfxweş in, lewma jî bi vê qasê beşdarî pêk hatiye.
Şoreşa Gel A Pêşeng sala borî, bi armanca ku serweriya netewî, halxweşiya gel û edaleta civakî pêk werîne hat damezrandin.
Li Burkîna Fasoyê di çend salên dawîn de, li ser hev derbe pêk hatin. Paul-Henri Sandaogo Damibayê xwedî payeya serhengiyê di Çileya sala 2022’yan de serokomarê wê demê Roch Marc Christian Kabore bi hinceta ku nikare ewlekariya welat pêk bîne, ji wezîfeyê daxistibû û dest danîbû ser rêveberiyê û Qanûna Bingehîn dabû sekinandin.
Pê re jî Îbrahîm Traoreyê xwedî payeya serpeliyê, di Îlona heman sala 2022’yan de, bi hinceta ku nikare li dij raperîna cîhadîst bi ser keve, derbe li Serheng Paul-Henri Sandaogo Damiba çê kiribû û ew jî wezîfeyê daxistibû û xwe wekî serokê demkî yê dewletê îlan kiribû.
Di sala 2023’yan de, Burkina Fasoyê tevî Malî û Nîjerê Tifaqa Dewletên Sahelê damezrandin û piştî salekê jî ji Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê ECOWAS’ê vekişiya.

Rêveberiya Îbrahîm Traore li pêyî ku hat ser kar, peymanên tevkariya leşkerî yên bi Fransayê re betal kir, li dij Fransayê çalakiyên protestoyê da lidarxistin û polîtîkayeke ku xwe nêzî Rûsyayê dike da meşandin.
Serokê demkî Îbrahîm Traore xeteke li dij demokrasiyê dide meşandin. Sala borî komisyona hilbijartinê hat fesihkirin. Pê re jî di meha Sibatê de parleman ji hev hat belavkirin û hemû partiyên siyasî hatin fesihkirin.
Îbrahîm Traore Libyayê nîşan dide û îdia dike ku Demokrasî ji aliyê hêzên derve ve li wan tê mecbûrkirin. Lewma jî ew demokrasiyê naxwazin. Îbrahim Treore heta ku di bernameyeke televizyonê de jî got: “Bila gel demokrasiyê ji bîr bike. Demokrasî zirarê dide, me dikuje.”
Li Burkîna Fasoyê komên girêdayî El Qaîde û DAEŞ’ê terorê pêk tînin û ewlekariya welat xera dikin. Di encama vê terorê de bi milyonan welatî ji ciyûwarên xwe bûne. Lewma, vê yekê jî wekî hinceta ku hilbijartin nikare pêk were tê nîşandayîn.

