Li eyaleta Minas Geraisê ya Brazîlê barana giran a ji serê hefteyê dest pê kir, bû sedema felaketê, nêzî 50 welatî mirin, di dehan wenda hene û bi hezaran kes ji ciyûwarên xwe bûn.
Bi taybetî bajarên Juiz de Fora û Ubayê di bin bandora lehiyan de man.
Hezaza li bajarê Juiz de Forayê pêk hat, radeya felaketê mezin kir, bi dehan kes mirin û bi hezaran kes ji ciyûwarên xwe bûn.
Serokê Brazîlê Luiz Inacio Lula da Silva ji bo bajarê Juiz de Forayê rewşa awarte îlan kir.
Barana li herêmê wekî barîneke rekor tê pênasekirin. Tenê di meha Sibatê de zêdetirê 580 milîmetre baran ketiye.
Tê gotin ku di dîroka Juiz de Forayê de heta niha bi vê qasê baran nebariye.
Saziya Meteorolojiyê hişyariya ku şilî wê dewam bike belav kir. Ji gel daxwaz kir ku xwe ji deverên xetere dûr bigirin.

