Bi kurtasî
- Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê beşdariya dîplomatîk berfireh kir.
- Nêçirvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk anî.
- Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re faaliyetên koordînasyonê didomîne.
Herêma Kurdistanê ya Iraqê di Konferansa Ewlekariyê Ya Munîhê ya îsalê de wekî aktoreke girîng a dîplomatîk derket pêş û tevî vê yekê civînên payebilind ên ku girîngiya wê ya jeopolîtîk derdixe pêş pêk anîn
The Jerusalem Postê weha ragihand, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê bi rêya erdnîgariya stratejîk û têkîliyên siyasî “li herêmê bûye lîstikvaneke girîng”.
The Jerusalem Post dibêje serok Nêçirvan Barzanî têkîlî û hevkariya Amerîkayê ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê axiviye û koordînasyona stratejîk dewam kiriye.
Her çiqasî bi awayê fermî herêmeke Iraqê ye jî, faaliyetên dîplomatîk ên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê pirê caran ji faaliyetên Iraqê mezintir xuya dikin.
Mijara civîna Barzanî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bi giranî li ser Sûriyê û ewlekariya herêmê bû.
Li pêyî hevdîtinan, The Jersusalem Postê çavkaniyên Kurdan nîşan da û got herdu alî jî di nava yekparetiya Sûriyê de girîngiya parastina mafên Kurdan û civakên herêmê yên din derxistin pêş.
Wekî The Jerusalem Post jî dibêje Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê rola xwe ya alîkariya întegrasyona rojhilatê Sûriyê xweş anî cî û Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk gîhand hev. Di heman kata vê yekê de, ji bo operasyonên li dij DAEŞ’ê malovaniya Amerîka û hêzên koalîsyonê kir.

