Nivîskar û Serokê AFKIVê Îhsan Kurtê li Swîsreyê dijî di rojnameya Le Courierê de Konferansa Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ya ku di bin stareya UNESCOyê de li Lozanê hatibû lidarxistin digire dest. Di gotara xwe de balê dikişîne ser vê peyama bingehîn: Doza kurd ne tenê meseleyeke leşkerî yan jî jeopolîtîk e, di heman demê de meseleyeke zimanzanî, çandî û civakî ye.
Wekî hebûn û berxwedan ziman
Konferansa ku gotina “Her ziman nêrîna cîhanê ye” ku aîdî nivîskarê meksîkî Octavio Pazê ku xwedî xelata Nobelê ye, ji xwe re girtibû, zimanê kurdî danî navenda nasnameya kurdî. Romannûs Memed Uzun ku nêzî sî salan wekî penaber jiya carekê nivîsandina bi kurdî wekî “çalakiya hebûnê” pênase kiribû; ev pênase di konferansê de hate bibîrxistin. Ziman ji bo gelekî ku xwedî nufûseke 40 mîlyonî zêdetir e û li çar dewletên mîna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî belavbûyî ji naskirina siyasî cûda nayê fikirîn.
Axivgeran diyar kirin ku parastina kurdî -hînkirin, weşana bi kurdî, standartîzekirin- li herêmên ku demeke dirêj bi polîtîkayên pişaftin û astengkirinan re rû bi rû dimînin çalakiyeke siyasî ye.

Ji Şer Wêdetir: Hesreteke demokratîk
Dîroknas Hamît Bozarslan, bi bîra beşdaran xist ku divê pirsgirêka kurd ji bilî hêmayên şer û pevçûnê bi kûrahiya dîrokî were fêmkirin. Cerebeya xwerêvebirina kurd a li Bakurê Sûrî û daxwazên xweseriyê ya li Iraqê ku ev demeke dirêj e berdewam dike ji bo demokrasî û pluralîzmê hesreteke hîn mezin nîşan didin.
Bozarsslan lîderê dîrokî yê başûrê Kurdistanê bi bîr anî got wî, “ji Kurdistanê re xweserî, ji Iraqê re demokrasî” daxwaz kirîye.
Konferans gihîşt wê encamê ku têkoşîna kurd bi naskirina gelekî, bi naskirina çandekî û berî her tiştî bi naskirina zimanekî ku mîna semboleke xurt a berxwedanê hewl dide xwe biparêze re têkildar e.


