SerupelÇandKampmann û Geipel bûn namzetên xelata Leipzigê

Kampmann û Geipel bûn namzetên xelata Leipzigê

Xelata ku 60,000 € ye, dê di 19ê adarê de di vekirina Fûara Pirtûkan a Leipzigê de were pêşkêş kirin.

Nivîskara û helbestvana alman Anja Kampmann, nivîskar û rojnamevana alman Ines Geipel namzedên Fûara Pirtûkan a Leipzigê ne.

Anja Kampmann ku  li Leipzigê dijî, ji bo romana xwe ya li ser serdema Naziyan a bi navê “Die Wut ist ein heller Stern” (Hêrs Stêrkeke Geş e) hat hilbijartin.

Herçî Ines Geipel e, li Dresdenê dijî û ew jî bi pirtûka xwe ya “Landschaft ohne Zeugen” (Dîmenek nedîtî) hat hilbijartin.

Biryara ji bo namzetîya herdu nivîskaran ji alîyê juriyê ve li Leipzigê hat eşkerekirin.

Nivîskar her sal li Leipzigê di sê kategorîyan de “çîrok”,  “ne-çîrok/gotar” û “werger” de pênc pirtûk derbasî tûra dawî dibin.

Îsal bi tevahî 480 berhem ji 170 weşanxaneyan hatin pêşkêş kirin

Di kategoriya roman-çîrokan de, nivîskarên Leipzigê Anja Kampmann (“Die Wut ist ein heller Stern”) û Helene Bukowski (“Wer möchte nicht im Leben bleiben”) hatin hilbijartin. Katerina Poladjan bi fîlma “Goldstrand” ket lîsteyê, Elli Unruh jî bi fîlma xwe ya pêşîn “Fische im Trüben” ket lîsteya kurtefîlman. Yekane nivîskarê mêr yê ku tê temsîlkirin Norbert Gstreinê Awûstûryayî ye ku navê berhena wî “Imersten Licht”e.

Di kategoriya ne-çîrokî de, fokûs li ser Sosyalîzma Neteweyî û sirgûniyê ye: Nivîskara Dresdenê Ines Geipel (“Dîmenek nedîtî “), Marie-Janine Calic (“Epîk Balkan”), û Jan Jekal (“Paranoya li Hollywoodê”) di pirtûkên xwe de aliyên cuda yên van mijaran vedibêjin. Manfred Pfister bi berhema xwe ya “Ronesansa Îngilîzî” tê temsîlkirin. Romana grafîkî ya Ulli Lust “Jin wekî Mirov II” jî tê ket lîsteya pirtûkên hatin hilbijartin.

Xelata ku 60,000 € ye, dê di 19ê adarê de di vekirina Fûara Pirtûkan a Leipzigê de were pêşkêş kirin.

Leipzig bajarekî hunerê ye 

Eyaleta Saksonyayê û Beledîyeya Leipzigê piştgirîya dide festîwalê û xelatê.

Kesên serketî  ji hêla juriyeke ku ji heft endaman pêk tê, tên hilbijartin.

Leipzig bajarekî li rojhilatê Almanyayê û bi nifûsa xwe ya di ser 600 hezarî re bajarê herî mezin ê Eyaleta Saksonyayê ye.

Bajêr bi zanîngeha xwe ya ji Serdema Navîn maye, bi muzîsyenên xwe yên wekî Bach, Wagner û bi performansa xwe ya di diroka hunerê de li cîhanê hatîye naskirin.

Cengiz Demirtaş