SerupelPolîtîkaGuherîna rejîmê yan hilweşîn? The Guardian di derbarê siberoja nediyar a Îranê...

Guherîna rejîmê yan hilweşîn? The Guardian di derbarê siberoja nediyar a Îranê de hişyar dike.

Julian Borger ji bo The Guardianê analîzek kir. Di analîzê de piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li hemberî Îranê, ji bo pêşeroja Îranê çar senaryoyên mimkûn datîne pêş: derbasbûneke lez a demokratîk, vesazkirina rejîmê ya bi riyên muzakereyê, berdewamkirina polîtîkayên tund û lezandina bernameya nukleerê yan jî şerê navxweyî û parçebûn. Encama herî aştiyane gengaz xuya neke jî, her çi qas dibetiya wê kêm be jî divê senaryoya herî aloz jî neyê paşguhkirin.

Analîza ku ji aliyê The Guardianê ve hatibû weşandin hişyar dike ku pêşeroja Îranê piştî bombebarana DYA û Îsraîlê şûnde “ji derbasbûna aştiyane û biîstîqrar heta aloziya bixwîn” dikare biguhere û her wiha diyar dike ku guherîna rejîmê “ne di çarçoveya planê de ye; daxwazek e”. Rojnamegerê payebilind ê navneteweyî Julian Borgerê ku di rojnameyê de nivîsiye dibêje êrîşên ku hatine kirin armanc dike ku “bingeha hêzên welêt bi taybetî jî bernameyên nukleer û fuzeyan û Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îslamê (IRGC)” felc bike. Serokê DYAyê Donald Trump êrîşê ji bo îraniyan wekî “bo paşvegirtina hikumeta we” derfeteke dîrokî pênase dike, lê Borger dibêje tiştên ku pey vê re werin pir kêm dikare were berbînîkirin.

Xeyala derbasbûyîna lez

Analîst dibêjin ku senaryoya herî aştiyane û “herî nepêkan” ew e ku bi vekişîna hêzên çekdar re avakirina hikumeta demkî ye. Hikumeta demkî jî dê ji komên muxalîfan pêk bê, îxtîmal heye ku Riza Pehlewîyê endamê kraliyetê yê mişextî jî tevlî bibe. Bi vî awayî jî rejîm dê bi lez hilweşe.

Lê bes Borger diyar dike ku di dîrokê de kêm tê dîtin ku rejîmên ku bi şîdetê hatine hilweşandin bi demokrasiya domdar bi encam bûbin. Ne gengaz e ku IRGC bi hêsanî teslîm bibe û gelek îranî jî li hemberî rêbertiya monarşîk bitemkîn nêz dibe.

Modêla Maduro

Dibetiyeke din jî modêla ku Borger wekî “modêla Maduro” pênase kiriye ye. Li gorî vê modêlê rejîm encax dikare bi pêşengiya rêbertiyeke nû ku alîgirê muzakereyan e re li ser piyan bimîne. Mîna Hasan Rûhanî ku li gorî yên din hîn nerm -an jî alîgirê hişkiya pragmatîst- e dikare cihê Alî Hamaney bigire û dikare bi Washintonê re peymanê bike.

Di vê senaryoyê de Îran ji bo ku rejîm bikaribe li ser piyan bimîne dikare bernameyên nukleer û fuzeyan teng bike û îmtiyazên petrolê bide. Hevdîtinên nû yên bi Trump re dikare lihevhatineke di navbera “meydanxwendin û teslîmiyet”ê de pêk were.

Xurtbûna baskê radîkal

Borger diyar dike ku yek ji encamên gengaz ew e ku rejîm vê “bagerê berhewa bike”. Xelefekî alîgirê hişkiyê dikare faaliyetên nukleerê hîn veşirtî bike û venêrîna Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî bi sînor bike. Ev yek jî dikare bibe sedem ku vê helwestê girantir bike.

Di senaryoya herî xirab de Îran dikare qedexeyên olî yên derbarê çekên nukleerê de biterikîne û ji bo tê keve pêşbaziya hilberandina bombeyan dikare ji stokên xwe yên ûranyûma ku hatiye dewlemendkirin bombeyan çêke. Borger di nivîsa xwe de dibêje ku “her ku diçe dê hîn bêtir bişibe Koreya Bakur. Dê were rewşeke îzolebûyî, paranoyak û xwedî çekên nukleerê”.

Şerê navxweyî û parçebûn

Jihêzketina hêzên rejîmê ya ji ber bombebarana ku bi hefteyan ajot, revên ji sînorên Îranê, proyestoyên girseyî û tevgerandina tevgerên çekdar ên cihêxwaz dikare bibe encama herî kaotîk. Rakêşiyên etnîk dikarin gur bibin û komên muxalîf ên dijberî hev ji bo karibin kontrolê bigirin destê xwe dikarin tê kevin nav rekabeteke tund. Borger dibêje di nav rewşeke wiha tevlihev de alavên nukleer ên Îranê jî dikare bibe “xenîmeta ku di oxira wê de şer bê kirin” û fikarên xwe yên derbarê belavbûna çekên nukleerê ya derveyî sînorên Îranê de tîne zimên.

Her çi qas Borger bal bikişîne ser “vê senaryoya herî xirab ku bi gelemperî wekî encameke gengaz nayê dîtin” jî dibêje “bi tu awayî bêîmkan nîn e”.

Ji bo xwendina nûçeyê bi îngilîzî li vê lînkê binêrin