Fransayê careke din bi awayê fermî ragihand ku wê tevî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dij Îranê nebin û nebin parçeyekî şerê li Rojhilata Navîn.
Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot di weşana hevpar ya kanala France 2 û radyoya France Interê de got: “Em vî şerî napejirînin û emê tevî nav vî şerî nebin.”
Herweha Barrot daxwaz kir ku rageşiya leşkerî ya li herêmê bê daxistin û pevçûn bên bidawîkirin. Pê re jî got: “Bihayên petrolê yên her diçe bilind dibe, ji bo aboriya cîhanê rîskeke mezin e.” Lewma jî bang li Îranê kir ku bila helwesta xwe ya li herêmê biguherîne, îstikrara herêmê xera neke û nebe hêzêke xeter.
Rêveberiya Parîsê, îdiayên ku baregehên wan ên li herêmê ji aliyê Amerîkayê ve tên bikaranîn red dike, dibêje armanca me tenê parastin e, emê soza xwe ya parastina mutefîkên xwe yên li herêmê bînin cî.
Pêşdeçûnên berê yên li ser vê mijarê:
- Balyozxaneya Tehranê ya Fransayê destnîşan kiribû ku wê tevî operasyonên li dij Îranê nebin.
- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron gotibû ewê derbasî “çalakiyên parastinê” bibin, wan koma keştiya balafirên şer a Charles de Gaulleê tenê ji bo armanca parastinê şandine Deryaya Navîn û vê keştiyê ji bo armanca êrîşê wê neyê bikaranîn.
Daxuyaniyên fermî yên Fransayê nîşan dide ku rêveberiya Parîsê tevî ku koordînasyona bi mutefîkan re dewam dike jî, di çarçoveya têgeha xweseriya stratejîk de, naxwaze bi awayê fiîlî tevî nav şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dij Îranê bibe. Xuya ye ku Fransa rasterast wê nekeve nav şer, bes ji bo parastina mutefîkên xwe yên herêmî, ji bo çav bitirsîne, wê hinek hêzên xwe yên leşkerî têxe dewrê.

