SerupelKurdistanEtîketên kurdî li bazara Amedê hatin belavkirin

Etîketên kurdî li bazara Amedê hatin belavkirin

Şaredarîyên Peyasê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û MED-DERê, li bazara taxê etîketên biçûk û tabelayên bi zimanê kurdî belavkirin.

Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de, bi hevkarî û beşdariya Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û MED-DERê, li bazara taxê etîketên biçûk û tabelayên bi zimanê Kurdî hatin belav kirin.

Di vê çalakiyê de, etîketên biçûk û tabelayên dikanan ên bi kurdî li firoşkar û dikandarên li sûk û taxa bazarê hatin belavkirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê, nûnerên Gerînendetiya Çandê, Komîsyona Ziman, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêveberên MED-DERê beşdarî çalakiyê bûn.

Armanca sereke ya çalakiyê zêdekirina hişmendiya zimanî bû. Ji ber vê yekê, etîketên curbecur li firoşkar û welatiyan hatin belavkirin. Di nav wan de etîketên biha û navên sebzeyan bi kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), her wiha etîketên deriyan ên bi nivîsên “Vekirî – Girtî” û “Bi xêr hatin” jî hebûn û li dikan û kargehan hatin daliqandin.

Bazara taxê ya li Amedê ku etîketên kurdî lê hatin belavkirin. Foto: Komîsyona Ziman a Beledîyeya Peyasê

Eleqeyeke mezin hate nîşandan

Şandeyê çalakiyê bi dikandarên bazarê û welatiyên li wir re sohbet kir, guh da daxwaz û pêşniyarên wan û tekez kir ku parastina mîrateya çandî û bikaranîna zimanê dayikê di hemû warên jiyana rojane de, bi taybetî jî di qada bazirganiyê de pir girîng e.

Dikandar û welatiyên ku ji bo kirîn û firotinê li bazarê bûn, ji vê çalakiyê gelek kêfxweş bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan. Gelek kesan gotin ku ev cure çalakî ji bo zindîkirina zimanê kurdî di jiyana rojane de gaveke pir bi qîmet e.