SerupelNûçeÊrîşên li dij başûrê Kurdistanê dewam dikin

Êrîşên li dij başûrê Kurdistanê dewam dikin

Walîtiya hewlêrê da ragihandin, seranserê şevê 17 caran êrîşên dronan li başûrê Kurdistanê hatine kirin. Ji destpêka şerê li dij Îranê û vir ve, zêdetirî 200 caran êrîş li Başûrê Kurdistanê pêk hatine.

Di domahîka şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê de, êrîşên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Walîtiya Hewlêrê li ser êrîşên dawîn agahdarî da.

Waliyê Hewlêrê Omed Xoşnav da ragihandin ku li seranserê şevê 17 êrîş li Herêma Kurdistanê hatine kirin û di temamê van êrîşan de dron hatine bikaranîn.

Xoşnav dibêje armanca van êrîşan ev e ku dixwazin ewlekarî û aramiya herêmê xera bikin, lewma jî deverên cihê yên welêt dikin hedef.

Herweha Xoşnav da zanîn ku dronên ku başûrê Kurdistanê kirine hedef, ji aliyê pergalên parastinê yên Hêzên Koalisyonê ve hatine bêtesîrkirin.

Li gorî agahdariya walîtiyê, di êrîşên dawîn de, mirî yan jî birîndar çê nebûne. Dronên ketine tenê li hin deveran bûne sedema zirarê.

Ji 28’ê Sibatê yê destpêka şerê li dijî Îranê û vir ve, zêdetirê 200 caran bi dron û fuzeyan êrîş li Herêma Kurdistanê hatin kirin. Piraniya êrîşan ji aliyê çeteyên “Rical Ba’s Şadid” ên li nava Iraqê yên girêdayî Îranê pêk tên.

Li gel rayedarên Kurd naxwazin tevî nav şerê li herêmê bibin û diyar dikin ku ew bi tu aliyan ve ne girêdayî ne jî, êrîşên bi taybet li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê dibin, dewam dikin. Di encama van êrîşan de binesaziya sivîl zirarê dibînin, kareba nikare bê hilberandin.