SerupelNûçeDonald Trump gefa veguherandina “Serdema Keviran” li Îranê kir

Donald Trump gefa veguherandina “Serdema Keviran” li Îranê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump radeya gefa li ser Îranê mezin kir, got eger lîderên Îranê daxwazên Amerîkayê qebûl nekin, emê derbên pir giran li wan xin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dema axaftineke televizyonê destnîşan kir ku şerê Îranê hindik maye bi dawî bibe, artêşa Amerîkayê armancên xwe yên li Îranê hema hema dike temam bike.

Li pêyî van gotinan Donald Trump sond xwar ku wê Îranê bi bombeyan veguherîne “Serdema Keviran”.

Donald Trump got: “Artêşên Îranê yên deryayî û hewayî têk çûne. Fuzeyên wan xelas bûne, me wan îmha kirin. Tevî vê yekê, eger lîderên Îranê dema muzakereyan serî netewînin û daxwazên Amerîkayê qebûl nekin, şer dikare dîsa mezin bibe, Amerîka hefteyên li pêş wê êrîşên li Îranê dewam bike, di navbera du sê heftayan de emê derbên pir giran li wan xin.”

Li pêyî gefa Trump a bi hêrs, bihayê petrolê bilind bû, serê bermîlê derket ser 100 dolaran. Lewma jî derbeke din li gelên seranserê cîhanê ket. Qeyrana heyî ya aborî her diçe mezintir dibe.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.