SerupelKurdistanMehdî Zana: Yekemîn şaredarê welatparêz ê Amedê wefat kir

Mehdî Zana: Yekemîn şaredarê welatparêz ê Amedê wefat kir

Siyasetmedar, nivîskar û şaredarê berê yê Diyarbekirê (Amed) Mehdî Zanadi 86 salîya xwe de mir. Zana bi serkeftina xwe ya dîrokî ya di hilbijartinên herêmî yên sala 1977an de bû şaredarê Amedê. Paşê Zana hat girtin û li Girtîgeha Amedê bû sembola îrade û berxwedanê.  

📌 Gotinên dîrokî

Zana di hevpeyvînekê de derbarê hilbijartina 1977an de wiha axivî bû: “Gel ne ji bo xizmetê, ji ber ku min bi kurdî xeber dida û ez xwedî li nasnameya kurdî derdiketim deng dan min.”

Yek ji kesê herî naskirî û taybet ên dîroka siyaseta kurd, şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, di 29ê tebaxa 2026’an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Zana ku demeke dirêj bi nexweşê koahê bû, çend roj berê biribûn nexweşxaneyeke taybet a li Amedê.

Di dîroka siyasî ya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hilbijartinên herêmî yên sala 1977an ên Amedê wekî xala herî krîtîk tê qebûlkirin. Di hilbijartinê de Mehdî Zana wekî namzetekî serbixwe ku ji alîyê Özgürlük Yolu / TKSPê ve piştgirîya wî hat kirin, kete hilbijartinê. Di heman hilbijartinê de tevgereke din a sereke ya kurd, DDKDê jî piştgirî da parêzer Yahya Mehmetoğlu û ew jî wekî namzetekî serbixwe bû reqîbê Zana.

Aborî û siyaseta Amedê heta wê demê di bin kontrola malbatên naskirî û saziyên siyasî yên navendî yên mîna CHP, AP û MSPyê de bû. Lê encama vê hilbijartinê vê siyaseta komprador serûbin kir ûMehdî Zana bi wergirtina 6.518 dangan bû şaredarê Amedê. û Yahya Mehmetoğlu jî bi 4.513 dengan di rêza duyemîn de cî girt.

Vê encamê nîşan da ku herdû namzetên kurd hemû namzetên hevkarê partiyên sîstemê bûn, li paş xwe hiştin. Di asta civakî û polîtîk de vê serkeftinê hiyerarşiya di navbera “merkez” û “taşra”yê, an go di navbera “bajarî” û “gundiyan” de serûbin kir. Zanayê ku ji Farqînê bû û terzîtî dikir, di hilbijartinê de malbatên mezin ên Amedê têk bir. Vê serkeftinê ne tenê karûbarên şaredariyê bi rêk û pêktir kir lê di heman demê de zimanê kurdî û daxwazên ji bo parastina nasnameya kurd rasterast anî nav siyaseta fermî.

Zana paşê di hevpeyvînekê de derbarê vê hilbijartinê de wiha axivî bû: “Gel ne ji bo xizmetê, ji ber ku min bi kurdî xeber dida û ez xwedî li nasnameya kurdî derdiketim deng dan min.”

Paşxaneya sîyasî û bîyografîya Mehdî Zana

Mehdî Zana di zivistana sala 1940î de li navçeya Farqînê ya Amedê hat dinyê. Ciwantîyê li dikaneke terzîtîyê derbas bû ku ew der ji bo wî veguherî dibistaneke polîtîk. Zana ku bi guhdarîkirina çîrokên serhildan û êşên gelê xwe mezin bû, di temenekî biçûk de biryar da ku bikeve nav têkoşînê û gava xwe ya pêşîn avêt.

Siyasetmedarê navdar, siyaseta xwe ya birêxistinkirî di nav Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Ocaxên Çandî yên Rojhilat ên Şoreşger (DDKO) de dest pê kir. Piştî derbeya leşkerî ya sala 1971an cara yekem ket zindanê û piştî azadbûna xwe di avakirina Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyeyê (TKSP) de cih girt. Serkeftina wî ya hilbijartinên 1977an ew kir şaredarîya Amedê, lê belê vê serdema geşbûna sîyaseta kurd bi derbeya leşkerî ya 12yê îlonê 1980î de bi dawî bû.

Derbeya 1980yî ji bo Zana destpêka serdemeke giran a zindanê bû. Cûntaya leşkerî ew şand Girtîgeha Bi Nimreya 5an a Amedê ku rastî îşkenceyên giran hat û ji aliyê Amnesty International ve wekî “girtiyê wijdanê” hat venasîn. Mehdî Zana piştî 16 salan ji girtîgehê hat berdan. Zana ku piştî salên zindan û koçberiya li Ewrûpayê di 2004an de vegerîya Amedê û ligel berhemên wêjeyî, bîranînên xwe nivîsandin.

Posterê propagandayê ya Zana ya ji bo hilbijartina 1977an

Berhemên Mehdî Zana

  • Bekle Diyarbakır(1991-Kurdî)
  • Vahşetin Günlüğü (Diyarbakır Zindanlarından)(1992-Tirkî)
  • Evîna Dilê Min(1993, Kurdî)
  • Sevgili Leyla: Uzun Bir Sürgündü O Gece(1995-Tirkî)
  • Zelal / Zelâl: Yeniden Doğuş(1996-Tirkî)
  • Çarşiya Silîva(2002,Kurdî)
  • Parastina Min(2004, Kurdî)
  • Ay Dayê(Roman, 2005, Kurdî)
  • Diyarbakır 5 No’lu(2012)