DERBARÊ BERWARNEWS

Berwar News platformeke medyaya kurdî ya serbixwe ye. Tu têkîliyên Berwar Newsê bi çi derdor an jî rêxistinên siyasî re tune ye.Em nûçe, analiz û dîtinên ku medyaya serdest a di bin tesîra giran a siyasî de, pirê caran wan paşguh dike, pêşkêş dikin.

Faaliyetên me yên weşangeriyê bi taybetî nûçeyên navneteweyî yên qeyranên siyasî û civakî û yên têkîlî kurdan e.

Wekî platforma medyayê ya zêdetirê bi kurdî weşanê dike, Berwar News rola rojnamegeriyê ya ku zimanê me diparêze, baş dizane. Herwiha, platforma me parçeyekî tevgera mezin e ku hewl dide ziman û nasnameya kurdî ji asimîlasyona ku roj bi roj zêdetir dibe, biparêze ye.

Em ê kêfxweş bibin ku rojnamegerên navneteweyî, nivîskar û kesên din bi me re hevkariyê bikin. Em bawer dikin ku bi hevkariya wan em ê xurttir bibin û hêsantir bigihîjin armancên xwe.